Rihê Ocalan li Ermenistanê ye

În 12 Nîsan 2024 - 00:11

Pirtûka Rêber Abdullah Ocalan Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî ku herî dawî bi zimanê Ermenî hate wergerandin, li Kompleksa Perwerdehiyê ya Erîvanê Mkhîtar Sebasatsî bi xwendekaran re hate nasandin. Mamosteyên dibistanê û bi dehan xwendekar di merasîma danasînê de amade bûn. Dîroknas Armen Voskanyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û rojnameger Lianna Mihoyan weke axaftvan beşdar bûn. Dîroknas Armen Vosnakyan diyar kir ev demeke dirêj e li bendê ne ku ev pirtûk ji bo zimanê ermenî bê wergerandin û got:“Dema ku me ewil xwend, me bi zehmetî bawer dikir ku wî ev pirtûk 20 sal berê nivîsandiye. Pêşbîniyên wê demê yên Abdullah Ocalan îro yek bi yek derdikevin holê. Wergerandina pirtûkê bo zimanê ermenî ji bo herdu miletan jî pir girîng e. Abdullah Ocalan her çiqas di girtîgehê de ye jî bi pirtûkên xwe fikir û felsefeya xwe ji hemû cîhanê re radigihîne. Abdullah Ocalan xwedî gelek şêwazên berxwedanê ye. Yek ji wan jî ev pirtûk e.” Rojnameger Lianna Mihoyan jî got:“Di têkiliyên Kurd û Ermenan de ji xwe pirek hatiye çêkirin. Ev têkilî bi saya vê pirtûka Abdullah Ocalan û bi giştî felsefeya ku daye pêş me hîn xurtir dibe.”

Navnîşana jiyana nû ye

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan jî wiha got:’’Abdullah Ocalan sîstemeke konfederal afirand. Ev sîstem êdî ji aliyê hemû kesên bindest û ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin tê qebûlkirin. Yekane navnîşana jiyaneke nû, azad, wekhev û adil di felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan de ye. Pirtûkên Rêber Ocalan dermanê van nexweşiyên ji aliyê kapîtalîzmê ve hatine afirandin in. Mînak Abdullah Ocalan sîstemek ku hemû gel bi hev re wekhev û azad bijîn ava kiriye.”

Di dawiya çalakiya danasînê de pirtûka Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî weke diyarî li xwendekaran hat belavkirin.

ANF/ÊRIVAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.