Kurd li Ewropayê li ser piyan e

Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:47

Kurd û dostên wan li her bajar û paytextên welatên ku lê ne, çalakiyên xwe yên ji bo Rojavayê didomînin.

Li hember êrişên berdewam ên li ser Rojavayê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, Kurd û alîgirên wan li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û li dijî êrişan nerazîbûn nîşan dan.

Lozan

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, dorpêç û êrişên li ser Rojavayê hatin protestokirin. Di çarçoveya çalakiyên ku bi rojan in dewam dike de, li pêşiya Konseya Mezin a Lozanê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û parlamenter piştgirî dan çalakiyê. Çalakiya ku li dijî êrişên HTŞ'ê li ser Rojavayê hat kirin, beriya rûniştina parlamentoyê hat kirin. Girseyê tundiya berdewam û krîza mirovî ya kûr şermezar kirin û ji bo Kobanê banga vekirina korîdora mirovî ya alîkariyê ya lezgîn kirin.

Hambûrg

Li bajarê Hamburg ê Almanyayê, li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên di bin kontrola Tirkiyeyê de yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li ber Euro Passage ya li Jungfernstieg a Hamburgê civiyan, ber bi Rote Flora ya li taxa Sternschanze ve meşiyan. Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Hamburgê hate organîzekirin; Meclisa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalist û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di seranserê meşê de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku piştgiriyê bidin.

Strasbûrg

Li bajasê Strasbûrg ê Fransayê Kurdan li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê, biryara çalakiya bêdem girt. Di vê çarçoveyê de, bi çalakiyên protestoyî yên ku her roj bi rêkûpêk li navenda bajêr tên lidarxistin, bal tê kişandin ser sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li Rojavayê tên kirin; bi vî awayî tê armanckirin ku hestiyariya raya giştî ya Fransayê bê zêdekirin û dewleta Fransayê bikeve nava tevgerê. Di çaçroveya protestoyên berdewam de, do jî li Qada Kléberê ku yek ji xalên navendî yên bajêr e, kombûnek pêk hat. Di çalakiyê de her tim sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî yekîtiya gelê Kurd” hatin berzkirin. Bi pankart û dowîzên ku hatibûn hildan, komkujiyên dewleta Tirk û komên çete yên bi ser HTŞ-DAÎŞ’ê ve hatin teşhîrkirin.

Heilbron

Li bajarê Heilbronn ê Almanyayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan, mitînga piştevaniya ji bo Rojavayê hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heilbronn (DKPM) ve li Kiliansplatzê hate lidarxistin û bi beşdarên ji çar parçeyên Kurdistanê re bi sedan kes li qadê kom bû. Di tevahiya çalakiya ku di bin baranê de pêk hat de, dirûşmeyên “Biji Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Di axaftinên mitîngê de îşaret bi êrîşên li ser Kobanê hate kirin û ji bo gihandina alîkariya mirovî ya lezgîn banga vekirina korîdorê hat kirin.

Freiburg

Li bajarê Freiburg ê Almanyayê jî, li dijî êrişên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevî baran û hewaya sar jî li qadê kom bûn û îradeya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan dan. Endamê Meclisa Şaredariya Freiburgê Passar Bamernî û Endama Lîjneya Rêveberiya Navçeya Freiburgê ya Partiya Keskan Hulya Sezgîn ku di çalakiyê de axivîn, destnîşankirin ku ew li gel gelê Kurd in.

Koln

Êrişên li ser Rojavayê, li bajarê Koln ê Almanyayê bi çalakiyên bênavber tên protestokirin. Bi hezaran Kurdistanî, danê êvarê li pêşiya Dom Katedralî li hev civiyan û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd Yek e” êrîş protesto kirin. Di çalakiyê de têkildarî gefên qirkirinê yên li ser Rojava agahdarkirinên bi Almanî û Kurdî hatin kirin. Kurdistaniyan tevî pankartên ku berxwedana Rojavayê silav dikin, dest bi meşê kirin. Girseya ku dirûşmeyan berzkirin, tevî baranê jî heta Rudolfplatz meşiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.