Pêdivî bi ciwanên xwebexş heye

Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:52

Di çarçoveya seferberiya neteweyî ya ji bo Rojava de alîkariya mirovî û piştgiriya neteweyî jî xurt dibe. Heyva Sor a Kurd a li Rojava ji ber alîkarî û piştevaniya mirovî spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir. Heyva Sor a Kurd li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek bi vîdeo belav kir û spasiya hemû Kurdistaniyan kir û banga mezinkirina piştevaniyê kir. Peyama Heyva Sor a Kurd bi vî rengî ye:“Di van rewşên mirovî yên karesatbar û lezgîn ên li Rojava de, Heyva Sor a Kurd spasiya xwe ya kûr pêşkêşî Heyva Sor a Kurdistanê dike, ji bo bersiva wan a lezgîn ji bo dabînkirina alîkariya mirovî ji bo koçberên li Rojava. Ev piştgiriya berdewam hevgirtina mirovî û berpirsiyariya hevpar a li hember êşa sivîlan nîşan dide. Ev alîkarî rasterast êş û jan û bandora neyînî ya li ser koçberian sivik dike. Ev piştevanî û alîkariya mirovî di van şert û mercên dijwar ên ku bi hezaran malbat pê re rû bi rû dimînin dibe derman.”

Herwiha Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya bi malbatên koçber ên li Qamişloyê bang li ciwanan kir ku bi dilxwazî tevlî kar bibin.

Heyva Sor a Kurd ragihand ku hewcedariya wê bi kesên xwebexş heye ji bo piştgirî û alîkariya mirovî û sivikkirina êşa malbatên koçber. Heyva Sor a Kurd bi rêya malper û platformên xwe, bang li ciwanên di navbera 18 û 35 saliyê de kir ku serdana ofîsa sereke ya Heyva Sor a Kurd a li herêma pîşesaziyê ya li nêzî geraca Qamişloyê bikin da ku navên xwe tomar bikin û erka xwe ya mirovî pêk bînin. Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) li Sûriyeyê ragihand ku ji 6`ê Çileyê ve zêdetirî 170 hezar kes ji Heleb, Hesekê û Reqayê ji ber êrişên dawîn ên çeteyên hikumeta demkî koçber bûne. Kesên koçber li kantonên Cizîre û Firatê bi cih bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.