Hevrîn Xelef sembola jinên zane ye

Nûçeyên Jin

Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 16:00

  • Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê sekretera partiya xwe ya şehîd Hevrîn Xelef, di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî. Endamên partiyê gotin:"Bi şehadeta şehîd Hevrîn em neşikestin, berovajî em hîn zêdetir bi israr û bi hêz bûn. Em ê têkoşîna xwe li ser xeta şehîd Hevrîn bidomînin."

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 6’an a şehadeta wê de bi bîr anî. Endamên jin ên partiyê êrişa li dijî şehîd Hevrîn bi tundî şermezar kir û diyar kirin ji ber helwest û berxwedana xwe ya mirovî û siyasî bûye hedefa êrişkaran.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Semîra Ezîz der barê mijarê de got: “Şehîd Hevrîn Xelef ji jinên destpêkê yên cihê xwe di xeta şoreşa Sûriyeyê de girtiye. Di encama tekoşîna xwe de hewl da hêviyên gelên Sûriyeyê yên ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û jiyana hevbeş pêk werin.”

Semîra Ezaz da zanîn ku partiya wan salane Şehîd Hevrîn Xelef di riya “Mihrîcana Aştiyê” ya li ser navê wê tê lidarxistin, bibîr tîne û wiha dom kir: “Ev ji bo mayîndekirina nameya wê ya ji bo pêkanîna edalet, wekheviyê û beşdariya jinan di çêkirina biryarê de, pêk tê. Ji lewma em salane wê bibîr tînin.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Fatma El Elî der barê mijarê de got şehîd Hevrîn Xelef sembola jinên azad û zane ye û bi van gotinan ew bi bîr anî: “Ew nîşana aştiya li Sûriyeyê û cîhanê ye. Em ji Şehîd Hevrîn fêrî hêz û azadiya nerînê bûn. Em jê hîn bûn, divê jin di aliyê siyasî de çawa serkeftinê pêk bîne û bibe rêveber di nava civaka xwe de xwedî hêz be. Bi şehadeta şehîd Hevrîn em neşikestin, berovajî em hîn zêdetir bi israr û bi hêz bûn. Em ê têkoşîna xwe li ser xeta şehîd Hevrîn bi xwîna xwe daniye, bidomînin.”

ANHA/REQA/DÎMA MIHEMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.