Jin dê ji bo azadiya Ocalan bimeşin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 17:30

  • Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan got ku kurd û dostên wan, bi pêşengiya jinan, dê bi dirûşmeya "Ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk azadî ji bo Ocalan" li gelek bajarên Ewropayê dakevin qadan.

Di 27'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi awayekî fiîlî dest pê kir, kurd amadekariyan dikin ku li Ewropayê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), li gelek welatên Ewropayê, bi taybetî li Almanya, Fransa, Awustirya û welatên Skandînavyayê, bi dirûşmeya "Ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk azadî ji bo Ocalan" dê mîtîng, meş, çalakî, belavkirina belavokan û civînên çapemeniyê bên lidarxistin. Di çalakiyên ku dê heta 11'ê Cotmehê bidomin de, dê daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û pêkanîna "mafê hêviyê" were kirin.

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan der barê çalakiyên ku ew ê li dar bixin de agahî da û got: "Îsal, em ê bi daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê, bi taybetî di çarçoveya avakirina aştî û civakeke demokratîk de, bimeşin."

Ayten Kaplan diyar kir ku komplo di heman demê de destwerdana hêzên navneteweyî bûye ku sed sal berê sînorên dewletên serwer ên li Rojhilata Navînê xêz kirine û got: "Berxwedan û têkoşîna gelê kurd komployê pûç kir. Ev têkoşîn berdewam dike. Her çend Rêber 27 sal in li Îmraliyê li dijî polîtîkayên tecrîdê li ber xwe dide jî, ew bi pêşxistina paradîgmaya modernîteya demokratîk hêviyê dide gelan. Geşedanên dawî yên li Rojhilata Navînê hêzên navneteweyî yên ku komplo pêk anîne neçar kirine ku biçin ber deriyê birêz Ocalan."

Ayten Kaplan bilêv kir ku ew ê wekî TJK-E li hemû qadên bajarên Ewropayê bin û ev tişt gotin: "Em ê bi paradîgmaya rizgariya jinan li dijî şerên hegemonîk ên ku di sedsala 21'ê de li ser hemû civakan tên ferzkirin, li ber xwe bidin. Ji ber ku avakirina pergala konfederal a ku birêz Ocalan pêşkêşî hemû jinan û hemû gelan kiriye, îhtîmala cîhaneke demokratîk û aştiyane û bêşer pêşkêş dike. Em ê daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ku van derfetan pêşkêşî me kiriye û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehên qanûnî, destûrî û dadwerî bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe, bi taybetî jinan dikin ku komployê şermezar bikin û xwedî li Rêbertî derkevin." MA / STENBOL/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.