Ji bo Kurdî seferberî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Îlon 2022 - 21:15

  • Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk li gelek bajaran hatin şermezarkirin.

Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk li gelek bajaran hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hat gotin, divê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Li navçeya Şirnexê Cizîrê, li pêşiya avahiya HDP'ê daxuyaniyek hate dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek ji xelkê navçeyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" hate hilgirtin.

Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît diyar kir ku bi milyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin: "Dijminatiya li zimanê Kurdî ne tenê di nava sîstema perwerdeyê de ye. Li her warê jiyanê ev dijminatî xwe nîşan dide. Tinehesibandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Astengî û qedexeya li ser Kurdî li gelek waran xwe dide der. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin, em bang li her kesî dikin; ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê seferberiyê ragihîne."

Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniyek da çapemeniyê. Bedevkê Komîsyona, Çand, Huner û Ziman a HDP'ê Omer Ocalan û parlamenter Ayşe Surucu jî di nav de nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Omer Ocalan li vir got, "Em dixwazin Kurd bi Kurdî dersê bibînin."

Komeleya Çand û Huner a Ziman a Anka (ANKA-DER) li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endama ANKA-DER'ê Nebahat Çalpan got, divê Kurdî bibe zimanê perwedeyê û ji bo vê jî têkoşîn divê bê xurtkirin.

Li Wanê 24 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li Kolana Huner daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Perwerdekarê Kurdî Seyît Kiliç got, zarokên Kurd ji zimanê xwe têne dûrxistin û asîmîlekirin. Kiliç xwest Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.