Zimanê îşaretan li welatekî din bû zimanê fermî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 16:13

Wêne: Phill Magakoe / POOL / AFP

Efrîkaya Başûr bû welatê çarem li Efrîkayê yê ku zimanê îşaretan kire zimanê fermî. Bi vî awayî hejmara zimanên fermî yên li Efrîkaya Başûr.

Serokdewletê welêt Cyril Ramaphosa Qanûna Zimanê Îşaretan erê kir û qanûn bi merasîmeke li Pretoriayê kete meriyetê.

Hin ji zimanên din ên fermî li Efrîkaya Başûr Afrîkanî, Ingilîzî, Zimanê Xhosa û yê Zulu ne.

Beriya Efrîkaya Başûr, li parzemîna Efrîkayê Kenya, Zîmbabwe û Ugandayê jî zimanê îşaretan weke zimanê fermî qebûl kiribû.

Komleya Neteweyî ya Kerran a Efrîkaya Başûr dibêje, qanûn dereng jî maye. Ew texmîn dike ku li Efrîkaya Başûr teqrîben 600 hezar mirovên kerr  hene û 1.4 milyon kesên ku guhên wan zêde giran bûne, hene.

CAPE TOWN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.