Xerîdarên Kurdî zêde dibin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 19:18

  • Dîlan Guvenç dibêje, hîna daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê nehatibe qebûlkirin jî ji 2000’î ve ev daxwaz zêde bûye, hejmara kurs û kursiyeran jî zêde bûye. 

MED-DER'ê rapora ku ji hêla Navenda Lêkolînên a Sosyopolîtîk ve hatiye amadekirin di civîna çapemeniyê de parve kir û bal bire ser daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê.  

Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk, derbarê kursên ziman ên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) de raporek amade kir. MED-DER'ê ev rapor bi civîna çapemeniyê li raya giştî eşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya MED-DER'ê pêk hat û pankarta "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye" hat daliqandin. Hevserokê MED-DER´ê Rifat Ronî û mamosteyên komeleyê tevlî daxuyaniyê bûn. 

Rapor ji aliyê rêveberên MED-DER'ê Dîlan Guvenç û Nesîp Gultekîn ve bi Kurmancî û Kirmanckî hat xwendin.
 
Daxwaza perwerdeya Kurdî xurt bû 

Dîlan Guvençê got, li Tirkiyeyê daxwazên perwerdehiya zimanê dayikê demeke dirêj e di rojevê de ye, bi salan ji hêla rêxistinên sivîl ve kursên zimanê dayikê hatine: "Di navbera salên 2012 û 2013’yan de hewldanên parastin û hînkirina zimanê dayikê gaveke bi pêş ve çû. Di dibistanên navîn de hefteyê du seatan bi navê 'zarava û zimanên zindî' ket rojeva Wezareta Perwerdehiyê. Hîna daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê nehatibe qebûlkirin jî ji 2000’î heta niha di daxwazên perwerdehiyê de zêdebûnek heye. Bi vê yekê re hejmara kurs û kursiyeran jî zêde bûye. Tê ditîn ku bi taybetî di dema pandemiyê û piştî pandemiyê de daxwaza kursên Kurmancî û zaravayên din zêde bûye.” 
 
Rapor hat amadekirin

Dîlan Guvençê got, li ser vê babetê, navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ji bo zanibe daxwaz, sedem û nasnameya kursiyerên ku dixwazin hînî Kurmancî û zaravayên din bibin çi ne, xebateke lêkolînê kiriye: "Lêkolîn di dema destpêka vegirtina COVID-19’ê de di navbera salên 2020 û 2022’yan de hat kirin daneyên MED-DER´ê esas hatin girtin. Dane li ser kursiyerên ji tevahiya Tirkiyeyê û ji derveyî sînorên Tirkiyeyê ne. Daneyên hatin venêrin, ewil derbasî SPSS´yê hatin kirin. Piştre daneyên ku li gorî tablo û grafîkan hatin analîzkirin bi analîzên cins, sal û zaravayên beşdaran li ber jev hatin girtin.”

Encamên raporê

Hin encamên rapora ku ji 66 rûpelan pêk tê wiha ne;

* Li gorî daneyên MED-DER'ê ku bi rêkûpêk kursên online û rû bi rû dide, miracaetên ji bo kursan bi rêk û pêk zêde bûne. Di sala 2020’an a pêvajoya pandemiyê de 292 kursiyer beşdarî kursan bûne. Di sala 2021’ê de ev hejmar bûye 397 di sala 2022’an heta meha Tebaxê jî bûye 803 kes. Sala 2020’an dewrek û online, sala 2021’ê dewrek û kursên online û rû bi rû dane. Di sala 2022’yan de jî du dewr online û rû bi rû hatine amadekirin.

* Sala 2020’an ji 34 bajarên Tirkiyeyê, ji Emerikayê, ji Ewrûpayê, ji Başûr û ji Rojhilat kursiyer beşdar bûne. Sala 2021’ê ji 41 bajarên Tirkiyeyê, ji Ewrûpa û Emerikayê, ji Başûr û Rojhilat kursiyer beşdarî bûne. Sal bi sal hejmara beşdaran û kursan zêdetir dibe.

* Li gorî daneyên sê salan jî tê dîtin beşdarvên jin ji beşdarvên mêr zêdetir in.

* Di sala 2020’an de % 36,4´ê beşdarvan xwendekar, % 13,4 mamoste, % 13 ji pîşeyên din in.                           

* Di sala 2021’ê de % 35,5 xwendekar, % 15,4 pîşeyên din, % 9,8 karker in.

* Di sala 2022’yan de % 31,6 xwendekar, % 13, 2 pîşeyên din, % 10,6 yên betal/ ên li kar digerin in.

* Li gorî daneyên 2021’ê jî li gorî 2022’yan jî %77,1’ ê beşdaran, temenê wan di navbera 18 salî û 34 salî de ye.  

* Beşdarên sala 2020’an % 85,3, yên sala 2021’ê  % 82,4, yên sala 2022’yan jî % 83,7´ê wan bi Kurmancî dipeyîvin. Sala 2022’yan hinekan gotiye zaravayê Goranî, Dimilî û Soranî ye. Ji bilî van sala 2021’ê % 2 kursiyeran gotiye qet bi zaravayekî Kurdî jî napeyivin, ev rêje sala 2022’yan bûye % 3,9. 

* Sala 2020’an bersiva ji bo pirsa’ hûn çiqasî dikarin bipeyîvin' % 9, 5 pirr baş, % 42,7 baş, % 34,9 hindik, % 12,9 jî gotine qet nizanin.

* Sala 2021’ê rêjeya zanîna Kurdî wiha bû: % 12, 3 pirr baş, % 41,2 baş, % 30, 5 hindik, % 11,8 jî qet nizanin. Di sala 2022’yan de jî rêje wiha ye; %11,5 pirr baş, %41,2 baş, %30,5 hindik % 16,8 jî gotine qet nizanin.

* Sala 2020’an sedema çûna kursê ya xwendekaran wiha bû; ji bo ez zimanê xwe baştir hîn bibim, ji bo zimanê min ê zikmakî ye, ji ber ku ez Kurd im. Ji wan % 4,8 jî gotine, ez dixwazim zaravayekî din hîn bibim. 

* Di sala 2020’an de ji 4 kursiyeran 3´yan xwestiye ji destpêkê yan jî asta yekemîn dest pê bikin, di sala 2021’ê de ji 5 kursiyeran 3´yan heman tiştî gotiye, sala 2022’yan jî ji 4 kursiyeran 3´yan heman tiştî gotiye. 

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.