Pirtûkxane; dibistanên ramanê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Cotmeh 2025 - 16:15

  • Berpirsê Pirtûkxaneyan li Rêveberiya Giştî ya Perwerda Hewlêrê Rêdar Sabîr ku ji temenê 13 saliyê ve eleqeyeke wê ya zêde bi pirtûkan de heye, behsa zehmetî û xweşiyên pirtûk firotina xwe û giringiya xwendina pirtûkan kir. Sabîr da da zanîn ku pirtûkxane ne tenê cihê hilgirtina pirtûkaye, di heman demê de ji bo pêşxistina fikir û têgihiştina jiyanê dibistaneke.

Rêdar Sabîr di destpêkê de behsa çîroka xwe ya li gel pirtûkan de kir û got: “Despêkê dema ku di sala 1984’an de min dixwend, wê demê temenê min 13 salî bû. Piştî du salan ez fikirîm ku tenê pirtûkan nexwênim, di heman demê de pirtûkan bikirim û bifiroşim jî.”

Wê demê Rêdar Sabîr bi xwendina pirtûkan û piştre jî bi firotin û kirîna wan ne tenê dahat bi dest dixe, di heman demê de kariye pirtûkxaneyek dewlemend di mala xwe de avake. Bi taybetî pirtûkên di warê wêje, dîwanên helbestvanan û rexneyên li ser wêjeyê bûn. Rêdar diyar kir ku wan pirtûkan bandorek mezin li ser fikrên wî yên li ser huner û wêjeyê kir.

Di sala 1986’an de Rêdar Sabîr li ser cadeyan dest bi firotina pirtûkan dike û wiha behsa wan deman dike; “Di germahî û sermayê de jiyanek min a xweş li gel pirtûkan de hebû. Di navbera salên 1986 ta 1990’an min tenê pirtûkên navxweyî dikirî û difirot. Di sala 1990’an de min fikirî ku pirtûkan ji Musilê jî bînim. Piştre di sala 1997’an de min ji Bexdayê jî pirtûk di anîn. Di sala 1994’an de min di dikanekê de pirtûkxaneyek danî ku beriya hingê min li ber cadeyan pirtûk difirot.”

Pirtûkan ji Bexdayê tînin

Ji ber ku li Bexdayê pirtûkfiroşên gelek zîrek, nivîskar û helbestvanên baş hebûn, Rêdar Sabîr di warê fikrî de sudek baş ji wan werdigre. Çar salan bi awayê qeçax pirtûkan ji Bexdayê tîne. Piştre karê xwe berfireh dike û di sala 2006’an de serdana Lubnanê dike û ji wê derê pirtûkan tîne. Piştre pêşangehek pirtûkan diveke û 23 dezgehên çapê yên Lubnanî pirtûkên xwe di wê pêşangehê de nîşan didin û bazarek wê ya baş hebû. Her wiha ji Misrê jî bi taybetî ji pêşangehên mezin ên Qahîreyê pirtûkan tîne.

Herî kêm nîv saet dem veqetînin

Rêdar Sabîr niha li Rêveberiya Giştî ya Perwerda Hewlêrê berpirsê pirtûkxaneyane, salane serdana dibistanan dike daku bizane rewşa pirtûkxaneyan çawane û xwendekar çiqas pirtûkan dixwînin. Rêdar diyar dike ku xwendin bandorek zêde li ser take kes û civakê dike û got: “Çend salin serdana dibistanan dikim, lê mamosta û karmendên dibistanan pirtûkan naxwînin û hincetên wan hene. Ez pêşniyar dikim ku her kes rojane herî kêm nîv saetê dema xwe bide xwendina pirtûkan.”

Rêdar Sabîr da diyarkirin ku ew hertim di semîneran de li ser giringiya zimanê Kurdî, dîroka Kudî û ferenga Kurdî di sekine û got: “Xwendin cîhanek gelek taybete, mirov fêrî axaftinê dike û gotinên te bihêz dike.”

ROJNEWS/HEWLÊR

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.