- Zêdetirî 150 azadîxwazên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan koma Hunergeha Welat a Rojavayê Kurdistanê û êrîşa li dijî komê şermezar kirin.
Di 27ê Îlonê de, koma Hunergeha Welat ji Rojavayê Kurdistanê di Dîdara Kurdistan ya li Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê, konsereke hunerî bi navê ‘Jiyan’ pêşkêş kiribû. Di konserê de dansa bi navê Vejîn a ku êş, azar û rizgariya jinên Êzidî, hemû jinên Kurdistan û cîhanê derdixe pêş, pêşkêş kir. Lê dansa Hunergeha Welat, ji aliyên çend kesên îslama siyasî ve rastî êrişek rêxistinkirî hat.
TEV-ÇAND têkildarî konserê ya ku Hunergeha Welat li Başûrê Kurdistanê pêşkêşkiribû di 5ê cotmehê de daxuyanî da. TEV-ÇANDê di daxuyaniyê de gotibû “Êrişa ku pêk hat, ji aliyê kesên ku em wan wek piştevanê DAIŞê pênase dikin ve bû, xwesteka wan çewisandina nasnameya Kurdî ye. Di xeta jina azad de hunera Kurdî pêşxistin xebata herî pîroz û hêja ye.”
Li dijî vê êrişa dibin zihniyeta îslama siyasî de li dijî Hunergeha Welat hatî pêkanîn, zêdetirî 150 kesayet û azadîxwazên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevbeş piştgiriya xwe ji bo koma Hunergeha Welat nîşan dan. 150 kesayetan destnîşan kirin ku lêkolînên zanistî û nûjeniya hunerî li Herêma Kurdistanê di bin gefê de ne û êrîş şermezar kirin. Kesayetên azadîxwaz piştgiriya xwe ya koma Hunergeha welat anîn ziman. NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Lîstika ‘Şvayk û Hîtler’ derxistin ser dikê
Koma Şanoyê ya DÎSSAyê bi lîstika “Şvayk û Hîtler” ya bi Kurdî derket pêşberî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê.
Xebatgeha Hunerên Dikê ya Dîcleyê (DÎSSA) bi navê “Şvayk û Hîtler-Rasthatineke Dîrokî” lîstikek şanoyê amade kir. Şanogerên DÎSSAyê bi lîstika xwe li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê derketin pêşberî xwendekaran. Gelek xwendekarên zanîngehê di temaşekirina lîstikê de amade bûn. Lîstika ku bi zimanê Kurdî hatiye amadekirin, bi baldarî hate temaşekirin. Xwendekaran bi kêfxweşî û kelecanî li lîstikê temaşe kirin. Lîstik bi performansek serkeftî hate nîşandan û xwendekar têra dilê xwe keniyan.
Koma DÎSSAyê diyar kirin ku ev lîstikê diyarî bîranîna nivîskarên Kurd Osman Sebrî û Mehmed Uzun dikin. AMED
* * *
‘Dawiya Dawî’ derdikeve turneya Ewrûpa
Şanoger Ozcan Ateş bi stand-upa xwe ya bi navê “Dawiya Dawî” derdikeve turneya bakurê Kurdistanê û Ewropayê.
Li rex şanoya dewlemend a Kurdî, stand-upa Kurdî jî her ku diçe berbelav dibe. Şanoger Ozcan Ateş ku bi şanogeriya xwe ya gewre tê zanîn, ev çend salên dawî ye bi lîstika xwe ya stand-upê jî derikeve pêşberî temaşevanên xwe. Ateş bi stand-upa xwe ya bi navê “Dawiya Dawî” derdikeve tûra bakurê Kurdistanê û Ewropayê. Ateş dê ewilî li Mêrdînê derkeve pêşberî şanohezan û paşê jî berê xwe bide bajarên Ewropayê.
Derhêneriya stand-upê Kemal Gokhan Gurses kiriye, Ozcan Ateş jî di nav lîstika xwe de balê dikişîne ser mijarên balkêş ên Kurdî û Kurdistanî. Gelek mijarên pêkenok jî di stand-upa Ozcan Ateş de hene.
Bernameya turneya Ozcan Ateş bi vî rengî ye:
24ê Cotmehê: Mêrdîn
25ê Cotmehê: Nisêbîn
14ê Mijdarê: Essen / Almanya
15ê Mijdarê: Amsterdam / Holanda
16ê Mijdarê: Den Haag / Holanda
NAVENDA NÛÇEYAN