‘Her tişt di destê me de ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Îlon 2022 - 22:12

  • “Divê li her tax û kolanê dezgehên Kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi Kurdî biaxivin.”

MAHMUT ALTINTAŞ / MA/AMED
 
Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Amed Tîgrîs tekildarî perwerdehiya bi zimanê Kurdî got, perwerdehiya bi zimanê Kurdî di destê Kurdan de ye: “Divê li her tax û kolanê dezgehên Kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi Kurdî biaxivin.”

Tîgrîs got, dewlet ji ber ku ji zimanê Kurdî ditirse, qedexe dike û got, “Ji dibistanan heta zanîngehan jî bernameya perwerdehiyê li ser yek zimanî ava kirine. Yanî dibêjin, ji bilî Tirkan ti neteweyekî din li vî welatî tine ye. Ji ber wê tirsê jî zimanê Kurdî qedexe dikin. Kurd hem pirr in û hem jî aktîf in. Her çiqas ji avabûna Komara Tirkiyeyê serhildanên Kurdan têk çûbin jî, Kurdan dev ji têkoşîna azadiya xwe bernedaye. Ji ber wê jî nijadperest ditirsin.”

‘Perwerdehî girêdayî gelê Kurd e’

Tîgrîs, anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî girêdayî gelê Kurd e û wiha peyivî: “Divê daxwaza gelê Kurd a perwerdehiya bi zimanê Kurdî du alî be. Divê hem gelê Kurd bi xwe daxwaz bike, hem jî di nav bernameyên demokratîk ên Kurdan de xaleke herî girîng jî perwerdehiya bi ziman be. Mafê perwerdehiya ziman girêdayî gelê Kurd e. Divê tevgerên Kurdan hemû di bernameyên xwe de ziman û çanda Kurdan bi pêş bixin. Heke Kurd di her çalakiya xwe de bi awayekî xurt perwerdehiya bi zimanê Kurdî bînin ziman, wê demê dewlet jî wê neçar bimîne ku gavê biavêje.”

Amed Tîgrîs balê dibe avakirina derfetên xelkê li derveyê dewletê jî û dibêje, “Gelek kes bi zaravayê Kirmanckî diaxivin, dinivîsin û kovarên wan hene. Lê di xeterê de ye. Ji bo ku ziman bijî divê em di mala xwe de biaxivin, xwedî lê derkevin. Divê li her tax û kolanê dezgehên Kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi Tirkî diaxivin. Ew jî dibe sedema otoasîmîlasyonê. Ji bo em bikarin pêşiyê li vê otoasîmîlasyonê bigirin, divê em li mal, tax û kolanên xwe bi zimanê xwe biaxivin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.