Sorioneku yan jî bextê xweş!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 16 Mijdar 2022 - 01:45

Zimanê Baskiyan û yê Kurdan di warekî de digihîje hev: Heger her du ziman îro jî hene, sedem ew e ku ne bi nivîsê, lê bi gotinê, nifşand ew dewrî hev kirine.
Lê belgeyên nivîsê yên her du zimanan jî hene û gelek in.

Axir niha belgeya herî kevin a Baskî hatiye dîtin û ew ji beriya mîladê aîdeê sedsala 1´ê ye. Yanî ji beriya 2 hezar û 100 salan maye. Beriya wê nivîsa herî kevin a bi zimanê Baskiyan (Euskara) ji 1545´an bû. Helbet nav û îend tiştên din di belgeyan bi zimanê Baskê hebûn, lê zimanê Baskî ji bo nivîsandina wan belgeyan nehatibû bikaranîn.

Di Hezîrana 2021´ê de objeyeke di rengê dest de ya metal hatibû dîtin nêzîkî bajarê Irulegi. Ev obje ji serdema bronzê mabû. Li gorî texnmînan ew ji bo xemla devê deriyê malan hatiye bikaranîn.

Piştî restorekirinê, Çileyê 2022´yan nivîsek li ser vê destê hat tesbîtkirin. Ev nivîs jî di dawiya serdema hesin, di serdema bronz de hatiye nivîsandin. Li ser vî destê melatî çar peyv hatine nivîsandin: Sorioneku, tenekebekirateren, otirtan-eseakari, eraukon!

Peyva pêşî “sorioneku” di zimanê Baskî de îro “zorîoneko” ye yanî “bextê xweş”.

Ka em binihêrin bê ma ji bo lêkolînên Kurdî jî wê derfeta xwendina “bextê xweş” rojekê mumkin be.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.