Sortu: Ji Ocalan re azadî!

Çarşem 2 Tîrmeh 2025 - 03:50

  • Di konferansa 8’an a Neteweyî ya partiya Sortu ya li welatê Baskê kar dike, têkoşîna gelê Kurd, biryarên PKK’ê hate silavkirin û ji bo Rêber APO banga azadiyê hate kirin.

Partiya Sortu ya çepkir û serxwebûnxwaz a li Baskê kar dike, konferansa xwe ya neteweyî ya 8’an bi tevlîbûna 200 delegeyan, li Abadînoyê lidarxist. Di konferansê de dilsoziya dîrokî û îdeolojîk a di navbera gelên Baskê û Kurd de hatine avakirin derkete pêş, li kêlek maseya dîwanê, wêneyê Rêber APO yê mezin hate daleqandin.

Du gelên hatine înkarkirin

Ji Rêveberiya Meclîsa Neteweyî ya Sortu Kizlitza San Vincente di axaftina xwe de piştgiriya bi gelê Kurd re bi van axaftinan anî ziman:’’Me biryar da ku em gelê Kurd nas bikin. Di navbera Kurdistanê û welatê Baskê de gelek cudahî hene, lê di heman demê de dişibine hev jî. Em herdu gel jî hatine parçekirin û înkarkirin. Em herdu gel jî ji bo rizgariya neteweyî û civakî rabûne ser piyan.’’

Mînaka Rêbertiya siyasî

Biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê û lêgerîna çareseriya siyasî jî bi kêfxweşî hate pêşiwazîkirin. Tevgera Sortu destnîşankir ku li hemberî bêaramî û milîtarîzma ku li herêmê zêde dibe, ev gava hatiye avêtin weke gaveke stratejîk a aştiyê pêş dixe hate dîtin. Vincente got:’’Weke Tevgera Rizgarîxwaz a Neteweyî ya Baskê, em biryarên PKK’ê ku destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya nû ku xwe dispêre aştî û demokrasiyê, bi kêfxweşî pêşiwazî dikin. Ev mînakeke lîderiya siyasî ya bi hêz ku li hemberî polîtîkayên milîtarîst ên li herêmê ye.’’

Xelatên ji bo dostên welatê Baskê

Di konferansê de ji bo kes û binesaziyên ku piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelên cihêreng, ‘Xelatên Piştgiriya Enternasyonal’ hatin pêşkêşkirin. Xelata ji bo ‘Dostên Welatê Baskê’, bi Chalaparta ku di çanda Baskê de amûreke muzîkê yê girîng e hate dayîn. Xelata ku dane Kurdan jî, ji aliyê nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Ozlem Tanrikulu ve hate wergirtin. 

Piştgiriya we biqîmet û girîng e

Tanrikulu di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên aştiyê û got:’’Kurd hewl didin pirsgirêka sedsalî ji asta têkoşîna çekdarî derbixin û di çarçoveya siyasî de çareser bikin. Di demeke ku herkes qala şer dike, Rêbertiya me hemû rîsk girtin berçavan, hewla aştiyê dike, ji bo bikare bi perspektîfeke hîn xurttin xebatên xwe bimeşîne, pêwîste azad bibe. Herçiqasî ji aliyê dewleta Tirk ve hîn jî gavên şênber nehatibin avêtin jî, ji bo ev pêvajo bigîhê serketinê, piştgiriya we biqîmet û girîng e. Em dizanin ku partiya we bi me re ye. Ji ber vê piştgiriya we ez spasiya xwe pêşkêş dikim.’’

Xelata piştgiriya Enternasyonalîst

Navekî din ê ku xelat wergirt jî, rojnamevan Giovann Giacopuzzi ku salên dirêj bi xebatên xwe yên enternasyonalîst ê naskirin e. Ji bo Giacopuzzi gotinên weke:’’Jiyana we ya siyasî, bi hestiyarî û afirîneriya we ya enternasyonalîst a ji bo avakirina rûmeta mirovahiyê derbas bû. We parastina pêvajoya konfederalîzma demokratîk kir, di avakirina hişê de, bi berhemên xwe we piştgirî da.’’

Bijî Kurdistan

Di danezana konferansê de piştgiriya ji bo gelê Kurd hate dubarekirin, daxwaza azadiya Rêber APO hate kirin û piştgiriya enternasyonal hate dayîn û hate gotin:’’Nirxên ku Kurdistanê berbelav kiriye, girîngiya ku dide jin û ciwanan, bi nûbûnên rêxistinî êdî bûye modeleke nû. Ji Ocalan re azadî! Bijî Kurdistan! Bijî piştgiriya enternasyonal!’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.