Çareserî bi azadiya Ocalan dibe
În 22 Mijdar 2024 - 03:25
Ji piştevanên pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' Parlamentera Euskal Herria Bildu (EH Bildu) ya Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Oihana Etxebarrieta li ser tecrîda li Îmraliyê û nîqaşên dema dawî li ser pirsgirêka Kurd têne kirin ji ANF'ê re axivî. Etxebarrieta anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo nîşaneya şênber a zext û siyaseta li dijî gelê Kurd e û got:"Abdullah Ocalan li gel hemû zextên hikumeta Tirk lîderê entenektuel û siyasî yê tevgerekê ye ku hewl dide rewşa gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê di nav de ye biguherîne. Ev tecrîda mutleq Abdullah Ocalan neçar dihêle ku li hemberî zextên giran li ber xwe bide. Bêparhiştina mirovekî bi 44 mehan ji her cûre amûrên ragihandinê êşkenceyeke rasteqîn e.’’ Parlamenter Oihana Etxebarrieta destnîşan kir ku hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re hate kirin girîng e û diyar kir ku ev hevdîtin divê veguhere danûstandineke rasteqîn û got:"Ji bo hînbûna rewşa Birêz Ocalan ev serdan rewşeke ku mirov bi baldarî meraq dikir. Gelek mirovan ji jiyana Birêz Ocalan fikar dikirin û ev rewş dikare bê fêhmkirin. Têkildarî wî agahiyeke me tine bû, ji ber vê jî ji bo hînbûna rewşa wî gelekî girîng e. Hêvîdarim ev hevdîtin wê bibe destpêka demeke nû."
Ew lîderekî mezin e
Parlamentera Etxebarrieta peyama Rêber Apo ya ji bo raya giştî jî nirxand û got:"Peyama Ocalan nîşaneya herî şênber a wê yekê ye ku ew xwedî kapasîsteya siyasî û entelektuel e ku li gel şert û mercên di nav de ye jî kêliya heyî têdigihêje û pêwîstiyên gel tespît dike. Li şûna ku teslîmî rovanşîzmê bibe, hewl dide ji bo gelê Kurd rêya diyalogê, rêyeke siyasî biafirîne. Ev rewş bi bandor e û kapasîsteya entelektuel û siyasî ya mezin a lîderekî nîşan dide. Abdullah Ocalan ji bo afirandina rêyên diyalogê, destpêkirina pêvajoya çareseriyê û naskirina mafên civakî yên gelê Kurd û gelê Tirk, hunera xwe nîşan da. Bi dîtina min Birêz Ocalan her tiştên ku gelê Kurd dixwaze, tevger dixwaze, temsîl dike. Lê belê beriya her tiştî divê dewlet lê guhdarî bike û ji bo destpêkirina qonaxên diyalogê xwedî amûrên pêwîst be. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; ji bo pêkhatina van qonaxên diyalogê divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ew lîderek e ku hîn jî xwedî gelek tiştên bêne gotin û bêne serxistin e."
Jin jiyan azadî şoreş e
Parlamenter Etxebarrieta bal kişand ser fikrên Rêber Apo, bi taybetî jî girîngiya teoriyên azadîparêziya jinê û got:"Li gorî min, Ocalan ne tenê zane ku guherîna civakî û siyasî bi azadiya jinê dibe, di heman demê de di pratîkê de vî fikrî bi xurtî diparêze. Abdullah Ocalan ev helwesta xwe, yanî rêya azadiya jinê û mafê wekhev ê jin û mêr bi Jineolojiyê destnîşan kir, nîşan da. Li herêmeke ku îro mafên jinan têne binpêkirin, bicihkirina Kurdan li navenda vê sîstema ku van mafan diparêze, bi dîtina min yek ji mînakên herî mezin e. Ocalan bi vê nêzîkatiya xwe ji bo her kesî, di serî de ji bo me dibe çavkaniya sûdwergirtinê. 'Jin, Jiyan, Azadî' ji gotinekê, ji dirûşmekê wêdetir e. Nîşaneya hestekê ye, nîşaneya şoreşekê ye."
Qedexe li pêş çareseriyê asteng e
Etxebarrieta destnîşan kir ku helwesta YE’yê ya têkildarî PKK'ê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd astengiyeke girîng e û got: "Em li dijî biryara Ewropayê ya têkildarî PKK'ê ne. Li gorî me, weke parçeyek ji pêvajoya aştiyê, ji bo tevlîbûna hemû aliyan bi rengekî wekhev li danûstandinan divê şert û mercên pêwîst bêne afirandin. Ji ber vê yekê jî eger bê xwestin, PKK di nava pêvajoya aştiyê de hebe, gelekî girîng e ku şert û mercên pêwîst ên vê yekê bêne afirandin. Biryara Ewropayê ya li hemberî PKK'ê bêguman yek ji astengiyên sereke yên li pêçiya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Divê em fikrên Tevgera Kurd destnîşan dike biparêzin û asta wê ya siyasî û demokratîk nîşan bidin. Bi navê Euskal Herria Bildu (EH Bildu) ya welatê Baskê em gelekî nêzî Tevgera Kurd in û em bi wan re ne. Ji bo gelê Kurd pêvajoya azadiyê dewam bike, ku mafê wan e, divê Birêz Ocalan azad bibe. Em ê her tim bi gelê Kurd û Ocalan re bin. Hêvîdar in ku di vê rêyê de em ê siberojê bi Ocalan ê azad re bimeşin."
ANF/SERKAN DEMÎREL/BÎLBAO