- Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol a 9’an wê di navbera 20-26’ê Cotmehê de li bajarê Qamişloyê dest pê kir. Wê 140 hezar pirtûk û 51 weşanxane di pêşangehê bên gel hev.
BERÎTAN ÎRLAN / ANHA / QAMIŞLO
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol a 9’an îsal bi dirûşmeya "Pirtûk mifteya şaristaniyê ne" li Parka Azadiyê ya bajarê Qamîşlo yê kantona Cizîrê tê lidarxistin, deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekir.
Rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, dayikên şehîd Herekol (Hisên Çawîş) û Hevrîn Xelef, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û rayedarên Komîteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Ji her çar aliyên Kurdistanê, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Lubnan û Belçîkayê 51 weşanxane û saziyên çandî beşdar bûn. Nêzî 140 hezar pirtûk ên bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Tirkî, Ermenî, Îngilîzî hatine pêşandan. Rêjeya pirtûkên kurdî ji sedî 43, yên zarokan jî ji sedî 4 e, her wiha beşdariya berhemên jinan jî ji sedî 40 e. Ji ber rewşa girtina rê hin saziyan nekarî beşdar bibin.
Şirîta vekirina pêşangehê ji aliyê dayika şehîd Herekol Xedîce Mel ve hat qusandin. Piştre deqeyekê rêz hat girtin. Axaftina destpêkê ya pêşangehê ji aliyê hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serferaz Şerîf ve hat kirin. Serferaz Şerîf got: "Di wextekî de ku daholên şer lê didin, hinek xwendin û nivîsandinê wek rêya aştî û azadiyê hildibijêrin.”
Çanda zindî li hember tarîyê
Serferaz Şerîf anî ziman ku pêşangeh çandê wekî nirxekê û pirtûkê jî wekî sembola şaristaniyê bi pêş dixe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Navê şehîd Herekol di qada çandê de bûye ronahiyek û nîşaneke ku çiqas astengî hebin jî îradeya jinê naşikê." Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Îlyas Seydo jî got pêşangeh ne pêşangehek pirtûkan a ji rêzê ye, lê qadeke ku balê dikişîne ser dîrokê û bilindkirina gotina azad û pêşxistina zanista civakî. Seydo got: "Çanda me zindî ye û di cewherê wê îfadeya azadiyê li hemberî hêzên tarî ye.”
Hezar û 314 pirtûkên nû
30 sazî û nivîskar û bi hezar û 314 pirtûkên nû ku di 2025’an de hatine çapkirin, beşdarî pêşangehê bûne. Hejmara berhemên nû yên weşanxaneyên beşdarî pêşangehê bûne, wiha ye:
Saziya Zimanê Kurdî (SZK): 5
Pirtûkxaneya Amara: 200
Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî: 400
Weşanxaneya Mezopotamya: 20
Pirtûkxaneya Rona (zarok): 30
Pirtûkxaneya Emanî: 20 pirtûk
Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê: 6
Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê: 10
Kovara Şermola: 1
Kovara Mizgîn: 7
Weşanên Zanîngeha Kobaniyê: 12
Navenda Feratê ya Lêkolînan: 13
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk: 3
Nivîskar Ebas Îsmaîl: 3
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK): 9
Weşanxaneya Ava: 8
Weşanên Şilêrê: 74
Weşanxaneya El Lîbraliyayê: 104
Komîteya Çandî ya Ermenî: 75
Kovara El Şerq El Ewset: 67
Pirtûkxaneya Manîsa: 30
Weşanên Akademiya Jineolojiyê: 1
Weşanxaneya El Tenewî El Seqafî: 46
Kampanyaya Erebî ya Çapemeniyê-Lubnan: 170
Weşanxaneyên hatine astengkirin
Weşanxaneya El Hiwar, Weşanxaneya El Tekwîn, Weşanxaneya Ugarit, Weşanxaneya Esrîya, Weşanxaneya Ela Eldîn, Weşanxaneya Nûr Horan ên Şam, Heleb, Lazqiyê, Lubnan û Derayê ku bi berhemên xwe yên kevn beşdarî pêşangehê bûne, xwest berhemên xwe yên 2025’an jî bînin pêşangehê. Lê hikumeta veguhêz astengî çêkirin û nehişt pirtûk derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. 25 pirtûkên Weşanxaneya El Hiwar, 72 yên Weşanxaneya El Tekwîn, 25 ên Weşanxaneya Ugarit, 210 ên Weşanxaneya Esrîya – Lubnan, 175 ên Weşanxaneya Ela Eldîn, 300 ên Weşanxaneya Nûr Horan li Helebê hatin astengkirin.
Deriyê pêşangehê ji saet 10.00’an heya 21.00’an vekirî ye. Saet 17.00’an dê semîner werin dayîn. Saet 18.00’an de jî wê rûniştinên îmzekirina pirtûkan werin lidarxistin. Saet 19.00’an dê şevbuhêrkên muzîkê werin lidarxistin. Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatina şêniyan a nava bajar û pêşangehê erebe diyar kirin û bê pere wan vediguhêze. Pêşangeh dê 26’ê Cotmehê bi xelatkirina beşdaran bi dawî bibe.