Tevgera zimanê baskî li herêma Navarrayê ketin nava hereketê. Tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua bi daxuyanîyekê vê rewşê protesto kir. Navarra herêmeke otonom a li bakurê Îspanyayê ku di dîrokê de herêmeke baskîaxêf bûye. Ji ber polîtîkayên îspanyolîst li herêmê asîmîlasyoneke giran hatîye meşandin.
Êrişên hiqûqî yên li hember zimanê baskî li Îspanyayê berdewam dikin. Navarra bi biryareke dawî dixwaze hebûna baskî di qada perwerdeyê de kêm bike.
Tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua bi daxuyanîyekê vê rewşê protesto kir. Herêma Navarrayê (bi baskî Nafarroa) hebûna zimanê baskî li hin dibistanan kêm dike.
Bi biryara dawî, divê dibistanên Bernameya Fêrbûna Zimanê Biyanî bi kar tînin, hejmara dersên bi zimanê bîyanî zêde bikin. Di encama vê de jî dibistan wê neçar bimînin saetên dersa baskî kêm bikin. Biryar wê di sala perwerdeyê ya 2025-26an de têkeve merîyetê. Biryara Wezareta Perwerdehîya Navarrayê bû sebeba reaksîyonên aktîvîstên baskî.
Tevgera zimanê baskî li herêma Navarrayê ketin nava hereketê. Tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua bi daxuyanîyekê vê rewşê protesto kir.
Pêşdibistan û dibistanên seretayî
Guherînên hikumeta Navarrayê dixwaze bi giranî wê bandorê li pêşdibistan û dibistanên seretayî bike. Pêşdibistan wê neçar bimînin di salên 3 û 4an de dersek baskî betal bikin. Herçî dibsitanên seretayî ne, ew ê jî hebûna dersên bîyanî herî kêm divê ji 6an derdix 7an û herî zêde jî ji 7an derxin 9an. Tevgera zimanê baskî ji hikumeta herêmî daxwaz kir, vê biryarê betal bike. Herwiha, daxwazeke din a tevgerê jî ev e, perwerdeya zimanê baskî belavî hemû herêmê bike. Hêjayî gotinê ye, par jî hikumeta herêmî bi biryarekê hebûna baskî ya di perwerdeyê de kêm kiribû.
Navarra û zimanê baskî
Navarra herêmeke otonom a li bakurê Îspanyayê ku di dîrokê de herêmeke baskîaxêf bûye. Ji ber polîtîkayên îspanyolîst li herêmê asîmîlasyoneke giran hatîye meşandin. Di 1982an de herêm ji erdên mayî ên Baskê hatîye veqetandin bûye xwedî statuyeke taybet a otonomîyê. Navarrayê di 1986an de sê herêman damezrandî ye: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv. Mafên ziman ên welatiyan li gorî ew li kîjan herêmên bi cî bûn e, diguhere. Zimanê baskî herî zêde li herêma baskîaxêv xwedî mafên perwerde û bikaranîna di qada giştî de ye. Tevî daxwaza aktîvîstên ziman, baskî li Navarrayê ne zimanekî fermî ye.
Bi zimanê baskî ‘bextê xweş’
Zanyarên fîlolojiyê Çiyayê Irulegi ya li Welatê Baskê desteke ji bronz kifş kirin. Li ser vê berhemê bi zimanê baskî ‘bextê xweş” hatiye nivîsandin. Zanyar dibêjin, “destxetên Irulegu îspat dikin gelê bask BZ di sedsala 1. de li vê herêmê zimanê xwe bi kar anî ye.” Bi vî awayî eşkere dibe ku zimanê baskî 2.100 sal berê hatiye axaftin. Ev kifşa mezin bi vekolîna arkeolojîk a devereke li bakurê Îspanyayê hate kirin. Zanyarên ji Beşa Fîlolojiya Latîn a Zanîngeha Barselonayê û Zanîngeha Welatê Baskê di encama vekolînên xwe yên li Çiyayê Irulegi desteke ji bronz dîtin. Ev berhema navê Destê Irulegi lê hat kirin, 40 sembolên niha baş nayê zanîn li ser wê hatiye nivîsandin. Zanyar di berdewamiya vekolîna xwe de hin ji wan tîpan deşîfre kirin û gotineke baskî derxistin hole. Tîpên kevn ên li ser Destê Irulegu hatine nivîsandin û beranberê wan ên di alfabeya îro de. Ji bo “Soriuneko” (bextê xweş) bi îspanyolî “Afortunado” tê bikaranîn. Jêder: Noticias de Navarra
Belgeya yekem a bi zimanê baskî
Ev gotinên li ser Destê Irulegu hatiye nivîsandin, tê wateya sorioneku an ‘bextê xweş.’ Di zimanê baskî de wateya zori ‘bext e an tiştekî bi xêr e’ û on jî tê wateya ‘xweşî’yê. Destê Irulegu BZ di sedsala 1. de hatiye çêkirin û lewma jî bawerî ev e, ‘sorioneku’ gotina herî kevn e ku bi baskî hatiye nivîsandin. Fîlologê ji Zanîngeha Barselonayê Javier Velaza derbarê girîngiya vê kifşê de wiha dipeyive: Destê Irulegu bêguman belgeya yekemîn a bi zimanê baskî ye. Yek ji taybetiya wê jî ev e, bi tîpên baskî hatiye nivîsandin. Velaza tevlî fîlologê ji Zanîngeha Baskê Joaquín Gorrochategui dibêje, “Destxetên Irulegu îspat dikin gelê bask BZ di sedsala 1. de li vê herêmê zimanê xwe bi kar anî ye.”
Çiyayê Irulegu li ku der e?
Irulegu di navbera Çiyayên Pirene û newala Çemê Ebroyê de cî digire. Keleya li ser çiyê bi mebesta kontrola herêmê di Sedema Bronz de BZ di navbera sedsalên 15. û 11, de hatiye avakirin. Irulegi nêzîkî Pamplonayê ya li Navarrayê ye. Çiyayê Irulegu li herêma Herêma Xweser Navarrayê ya li ser sînorên Îspanya û Fransayê ye. Devera çiyê nêzîkî paytext Pamplona ya Navarrayê ye. Irulegu di navbera Çiyayên Pirene û newala Çemê Ebroyê de cî digire. Keleya li ser çiyê bi mebesta kontrola herêmê di Sedema Bronz de BZ di navbera sedsalên 15. û 11, de hatiye avakirin.
Kele di êrişeke împaratorê Romayê Pompeius Magnus de hatiye hilweşandin.
*Ev nûçe ji malpera Infowelat hatiye girtin û seranevek din li nûçeyê hatiye barkirin.