Tiba Edlî mîna şûbeyek darazê ye

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:38

Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Tirk dema ku raporan têkilî girtiyên nexweş kar dike mîna amûreke îdeolojîk a dewletê tevdigere û biryarê dide.Bi refleksa nîjatperestiya Tirk tolê ji girtiyên nexweş ên Kurd dihilîne.

Van demên dawî gelek caran girtiyên nexweş, temenmezin ên ku bi serê xwe nikarin lêzimiyên xwe yên jiyanî bi cih bînin û bi raporên ATK’ê dibin têne girtin di rojevê de ye. Rewşa girtiyên nexweş û yên temenmezin di nav raya giştî de dibe sedema bertekên tund û lêpirsîna ATK’ê.

Di şexsê Kurdan de serê çendekê rizîbûna hiqûqa Tirk bi rengekî berbiçav xuyanî dibe. 

Rizîbûna hiqûqa Tirk herî dawî di mînaka Yadê Makbûle Ozer de berbiçav bû. Girtina Yadê Makbûle li nav raya giştî deng veda û bû sedema nerazîbûnan.

ATK tecrîdê rewa dike

Berdevka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Adîle Salmanê têkilî helwesta Saziy tTiba Edlî ya Tirk got, ATK bi raporên xwe yên li bara girtiyên nexweş dixwaze şert û mercên tecrîdê yên girtiyan di alî tibî de ‘’meşrû’’ bike. 

Di 12 salan de 93 girtî mirin

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî van daneyan di sala 2022'yan de 78 û di 5 mehên ewil yên sala 2023'yan de 15 girtî jiyana xwe ji dest dane.

Salmanê destnîşan kir ku gelek caran li gorî raporên ATK'ê serbestberdana girtiyên nexweş hatiye astengkirin û got gava ATK'ê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dide jî, vê carê dozgerî dikeve dewrê û bi hinceta "ewlehiya civakê" rê li ber berdanê digire.

Girtiyên nexweş nayên berdan 

Salmanê da zanîn ku di rêziknameya înfazên ceza de ji bo girtiyan sererastkirinên pêwîst nehatine kirin û got ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin. Salmanê wiha got: "Li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî, mafê herî bingehîn yê mirovan mafê jiyanê ye. Ev yek bi tu awayî nayê astengkirin û rawestandin. Tevî vê rêgezê jî, daxwaza taloqkirina înfaza bi sedan girtiyên nexweş, ji aliyê dadgeriyên înfazê ve tên redkirin."

Gelek girtî li ber mirinê ne 

Salmanê da zanîn ku gelek girtiyên ku ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wan, nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin û di nava nivînan de ne û girêdayî dermanan e. Salmanê rewşa Îsmet Çardak bibîr xist ku di 28'ê Sibatê de hat berdan û piştî berdanê bi 15 rojan jiyana xwe ji dest da. Salmanê got: "Girtiyên ku em ji bo wan doza taloqkirina cezayê wan didin hemû li ber mirinê û divê demildest bêne dermankirin." 

Polîtîkaya cezakirinê 

Salman bi bîr xist ku di demên dawî de 3 jinên temenmezin ên nexweş hatine girtin û got: "Makbûle Ozer, çendî nexweş e jî, bi rapora ATK'ê ya derî zanistê di 22'yê Nîsanê de hat girtin. Hanîfe Arslan a 76 salî ku 9 caran anjiyo bûye, 45 sal in ulser pê re heye, KOAH, tansiyon û şekir pê re heye, tevî hemû serlêdanan jî nayê berdan. Hatîce Yildiz, ji ber ku pere ji keça xwe ya girtî re şandiye hat girtin. Têkoşîna hiqûqî ya li dijî van didome, lê mixabin em bi polîtîkayeke bêcezakirinê ya wiha re rû bi rû ne ku bersûcê Komkujiya Sêwazê bi biryara taybet a serokkomariyê tê berdan." 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.