Girtiyê nexweş nayê tedawîkirin
Duşem 8 Îlon 2025 - 17:45

- Onder Poyraz ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên li Cizîrê de bi birîndarî hate girtin, nehat tedawîkirin û mehkûmî erebeya astengdaran kirin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, got: “Rewşa Onder her ku diçe girantir dibe. Em li bendê ne ku ev pirsgirêk were çareserkirin.”
Onder Poyraz, di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîr a Şirnexê de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibû ragihandin, bi birîndarî hate binçavkirin û girtin. Rewşa tenduristiyê ya Poyraz her ku diçe xerabtir dibe. Poyraz, dema birîndar hat îşkencekirin û nehat tedawîkirin. Bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “endamtiya rêxistinê” du caran cezayê muebbeda girankirî li Poyraz hate birîn.
Di pevçûnê de guleyek li Poyraz ket û di pişta wî de platîn heye. Her wiha bi yek gurçikê jiyana xwe didomîne. Poyraz, li Girtîgeha Hejmara 2'yem ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê tê ragirtin û ji ber felc bûye, nikare rexa xwe ya rastê bi kar bîne. Poyroz, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire.
Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz der heqê rewşa hevjînê xwe de axivî.
Fîrdevs Poyraz da zanîn ku hevjînê wê zêdetirî du sal in nexweşê nav cihan e û got: “Rewşa Onder her ku diçe girantir dibe. Em li bendê ne ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Ji bo bijî çi tişt ji dest were em ê bikin. Laşê wî êdî çûye û tekane daxwaza me ew e ku were berdan û tedawîkirin. Destê wî yê rastê û lingê wî felc in û tenê destê wî yê çepê saxlem e. Di bedena wî de tenê çavên wî saxlem bûn lê felcê li wan jî dan. Nikare biçe destavê jî. Pateyên kesên sere pê ve girê didin û ji neçarî telîsê destavê bi kar tîne. Nikare tu pêdiviyên xwe bicih bîne. Gardiyan, bi bedela pereyan pêdiviyên wî bicih tînin. Ev jî dibe sedem ku mesrefeke zêde derkeve. Gardiyan daxwaza wî bicih bînin, pereyan jê distînin. Mehek berê rewşa wî hinek baştir bû lê niha pir giran e. Ma ev kes bi vî halî derkeve jî dê çi zirarê bide kesekî? Di bedena wî de tenê destê wî yê çepê saxlem e lê nikare bi wî destî jî xwarinê bixwe.”
Fîrdevs Poyraz da zanîn ku ji bo hevjînê wê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) were kirin ketiye nava hewldanan lê hemû hewldanên wî bêencam mane.
MA / ŞIRNEX / ZEYNEP DÛRGÛT















