Girtiya nexweş nayê tedawîkirin

Şemî 30 Tebax 2025 - 03:15

Girtiya nexweş Semîre Aksû ku 20 sal in girtî ye, tevî ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye jî, bi awayekî rêk û pêk nayê tedawîkirin.

Semîre Aksû di 19 Çileya 2005'an de li Edeneyê hatiye girtin. Heya niha li gelek girtîgehan ma. Ji sala 2020'î ve li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de dimîne. Beriya 3 salan dema Semîra Aksû çû nexweşxaneyê hîn bû ku bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Semîra Aksû ji bo bê dermankirin serî li rêveberiya girtîgehê da. Lê heya niha ji ber kêmaniyên bijîşkan û destûrnedayîna çûyîna nexweşxaneyê bi awayekî rêk û pêk nayê tedawîkirin.

Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnex Parêzer Mesût Şen di 27'ê Tebaxê de bi Semîra Aksû re hevdîtin pêk anî û derbarê rewşa wê de agahî dan. Prz. Mesût Şen anî ziman ku Semîre Aksû ji bo pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê serî li ÎHD'ê daye û got: “Piştî serlêdanê min çû pêre hevdîtin kir.

Mesût Şen diyar kir ku di hevdîtinê de Semîra Aksû jê re gotiye gelek nexweşiyên wê hene û wiha dewam kir: “Dema min hevdîtên pêre kir, Semîra Aksû ji min re got, ‘gelek nexweşiyên min hene. Lê ya pir min aciz dike nexweşiya pençeşêrê ye. Du caran ji bo pençeşêra roviyan mînaka xwîna min girtin. Pozîtîf derketin. Lê cara dawîn negatif derket. Ez ji ber nexweşiyê bêzar im.’ Heya niha derbarê nexweşiyên Semira Aksû de tu rapor radestî wê nehatine kirin. Ji ber vê yekê pirsgirêk derdikevin.”

Mesût Şen herî dawî da zanîn ku weke komele ew ê li ser rewşa Semîra Aksû û pirsgirêkên wê serî li saziyên fermî bidin û got: “Bi rastî Semîra Aksû ji me xwest ew jê re bibin alîkar ku biçe nexweşxaneyê. Weke komeleyê em ê serî li saziyên fermî bidin ku Semîra bê dermankirin.”

Hêjayî gotinêye ku hevjînê Semîre Aksû, Abdûlkerîm Aksû jî 20 sal in di zindanê de ye û niha di Girtîgeha Tîta T a Tarsûsê de dimîne.

AW/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.