Bi hincetên sosret nayên berdan

Pêncşem 7 Tebax 2025 - 03:20

Berdana Hevşaredara Bazîdê ya berê ya HDP'ê Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê girtî ne, hat taloqkirin. Delal Tekdemîr ku di 23'yê Hezîranê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" cezayê xwe yê girtîgehê temam kir, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji ber nebûna "nebaşhaliyê" ji bo çar mehan hat taloqkirin. Sedemên ku ji bo "nebaşhaliyê" ya Tekdemîrê hatine dayîn jî sosret in. Berdana Tekdemîrê bi hinceta ku "beşdarî çalakiyên werzîşê nebûye" û çendî ji zanîngehê mezûn e jî bi hinceta "beşdarî kursên xwendin-nivîsandinê nebûye" hat taloqkirin. Berdana Tekdemir wê di 25'ê Cotmehê de ji nû ve were nirxandin. Parêzerê wê li dijî biryarê îtîraz kir. 

Girtî Turkan Karadaşli jî diviyabû di 8'ê Tîrmeha 2025'an de bihata berdan, lê bi biryara lijneyê berdana wê heta 17'ê Cotmehê hat taloqkirin. Di biryara ku bêyî Turkan Karadaşli biçe lijneyê hat dayîn de, sedema taloqkirinê ew bû ji pirtûkxaneya navçeyê pirtûk nexwestiye.  

Mekiye Sonuk jî diviyabû di 11'ê Tîrmehê de bihata berdan, lê ji aliyê lijneyê ve bi hinceta ku "nerazîbûn nîşanî pirsa poşmaniyê daye", "nexwestiye li ser sûc biaxive" û "endamên malbata wê berê hatine girtin" heta 24'ê Cotmehê hat taloqkirin. 

Bi kamerayên singê wan dişopînin

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Çagla Leyla Kaya ku parêzera girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin e, da zanîn ku li heman girtîgehê di sala 2004'an de li 30 kesî cezayê hucreyê hatiye birîn û got ku herî dawî Silva Rashid, Sureyya Bulut, Dîlan Kutlu, Nîbel Genç, Dîlek Oz, Dîlan Turan, Eylem Ozer û Zelal Kiliç ji ber cezayên disiplînê lijneyê berdana wan nenirxandiye. Çagla Leyla Kayayê destnîşan kir ku înfazkirina cezayên disiplînê li gor taloqkirina berdanê hatiye amadekirin. Çagla Leyla Kayayê anî ziman ku li girtîgehê bijîşkê girtîgehê girtiyan li revîrê qebûl nake û bi peywirdarekî ku dişîne qawîşan li rewşa girtiyan mêze dike û got ku lê gava ew derdikeve betlaneyê girtî dikarin biçin revîrê. Çagla Leyla Kayayê got ku girtî 7-8 meh in neçûne revîrê û di dema sewqkirina nexweşxaneyan de gardiyan û cendirme kamerayên ber singê bi kar tînin û sewqkirina girtiyan bi awayekî kelemçekirî tê kirin. Çagla Leyla Kayayê destnîşan kir ku tavilê divê dawî li binpêkirinên mafan bên û girtî bên berdan. 

MA/MELÎK ÇELÎK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.