Mafê jiyanê ji dest girtiyan tê girtin

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:20

Sekreteryaya Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê binpêkirina mafên li girtîgehan got:"Mafê jiyanê ji dest girtiyan tê girtin."

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û bi taybet jî girtiyên nexweş ji ber van binpêkirinan bi awayekî neyînî bandor dibin. Li dijî van pirsgirêkan mafê jiyana mirovan tê binpêkirin.

Sekreteryaya Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel der barê mijarê de axivî.

Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku li girtîgehan girtiyên nexweş bi binpêkirinên mafan re tên rû hev û got: “Ev demek dirêj e em dişopînin. Girtiyên siyasî hem ji şertên girtîgehê hem jî ji ber nexweşiyan bi bandor dibin. Gelek girtiyên nexweş rewşa wan giran bûne. Serlêdanan dikin û têkoşîna hiqûqî didin. Lê mixabin gavên şênber nayên avêtin. Mafê jiyanê ji dest girtiyan tê girtin.”

Ayşe Şehrîban Demîrel daxuyakirin ku ATK di mijara girtiyên nexweş de bi alî tevdigere û ev jî di raporên wan de tê dîtin.

Gavên şênber nehatine avêtin

Ayşe Şehrîban Demîrel balkişand ser girtiyên li girtîgehên ewlehiya bilind dimînin û wiha vegot: “Li van girtîgehan girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Piranî girtiyên siyasî bi taybet di demên dawî de dişînin girtîgehên Tîpa S, F yên em dibêjin ewlehiya bilind. Li van girtîgehan qawiş qelebalix in û bêyî piştgiriya hevalên xwe nikarin jiyanê bidomînin. Ji ber vê ev girtîgeh rewşa girtiyan bi awayekî neyînî bandor dike. Li girtiyan fezkirin hene. Lêgerîna dev tê ferzkirin. DMME’ê di vî alî de biryara binpêkirinê daye. Lê mixabin di vî alî de jî hîna gavek şênber nehatiye avêtin.”

JINNEWS/AMED/PELŞÎN ÇETÎNKAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.