Hadî Elçîçek jiyana xwe jidest da
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:35
Hadî Elçîçek ê rapora xwe ya astengiyê ya ji %80’î hebû û ji bo dermankirina wî înfaza cezayê wî 6 mehan hatibû paşxistin, li nexweşxaneya Edeneyê ku tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe jidest da. Elçîçek di 16’ê Sibata 1999’an li nevçeya Dihê ya Sêrtê hatibû binçavkirin. Piştî 10 rojan di binçavan de ma, bi îdîaya ‘yekîtiya dewletê xera dike’ hate girtin. Dadgeha Amedê, bi heman îdîayê cezayê bidarvekirinê lê birrî. Piştî ku cezayê îdamê hate rakirin, şûna wê cezayê muebedê yê heta hetayî li Elçîçek hate birrîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, derbarê Elçîçek de biryara ‘Mafê wî yê darizandina adil hatiye binpêkirin’ da. Piştî vê biryarê ku Elçîçek 22 salan di girtîgehê de ma, 9’ê Kanûna 2021’an ji girtîgha Tarsûsê ya Mêrsînê hate berdan. Darizandina Elçîçek jinûve destpêkir û li nexweşxaneya Edeneyê dest bi tedawiyê kir. Nexweşxaneyê rapora ji %80 astengdar e da Elçîçek. Dadgeha Cezayê Giran ê Amedê careke din cezayê muebedê yê heta hetayî da Elçîçek. Hemû serlêdanên îtîrazê bê encam man. Piştî erêkirina Yargitayê, Elçîçek di 7’ê Çileya 2025’an de careke din hate girtin û ew birin Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê. Di 6’ê Sibatê de ji ber rewşa wî ya tenduristiyê ya xerab, înfaza cezayê wî 6 mehan hate paşxistin. Lê Elçîçek li nexweşxaneya Edeneyê jiyana xwe jidest da. Cenazeyê Elçîçek ji aliyê malbata wî ve li goristana Gurukê hate veşartin. Li gel malbata Elçîçek nûnerên AATUHAY-DER, DEM Partî û gelek kes tevlî merasîma Elçîçek bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN