‘Çi şên e qehwexaneya bajêr’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 00:21

Pall Weşanê li ser qehwexaneyan pirtûkeke kolektîf weşand.

16 nivîskarên Kurd ên ji bajarên cuda li ser qehwexane û çayxaneyan nivîsîn.

Amadekarê kitêbê Înan Eroglu ye û Bêrîvan Matyar, Berken Bereh, Bilal Korkut, Helîm Yûsiv, Kenan Ormek, Kerîm Bîyanî, Lokman Ayebe, Mehmet Dîcle, Mihemed Şarman, Nîhatê Hecî Şakir, O. Firat Bavlî, Rizgar Elegez, Şener Ozmen, Umer Barasî û Xurşîd Mîrzengî bi nivîsên xwe beşdar bûne.

“Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr” kitêba duyem a rêza “hûrgilî”yê ye.

"Hûrgilî" rêzeke Pall Weşanê ye ku dê kitêbên eleqedarî obje û alavan, mekanan, hûrgilî û hûrdekariyan û hemû tiştên biçûk, şênber û ji nav jiyana rojane di nav vê rêzê de çap bike.

Kitêba ewil “Trêna li Stasyona Xwe Digere” bû û 17 nivîskaran li ser trênan nivîsîbûn.

Nivîsa paşbergê jî wiha ye:

“Qehwexane ne tenê cihê vexwarin û rûniştinê ye, ew ne tenê cihê betalan e jî. Ew di heman demê de parçeyekî giring ê jiyanê ye, mekanekî ku şopa xwe di bîra civat û miletekî de dihêle, tabloyeke giştî ya sosyolojiya bajarê xwe xêz dike, cihê şêwr û mişêwran, kes û kûsên ji tebeqeyên cuda, lîstikhezên ku bûne hostayên vî karî, danûstandinên curbicur, hêwirgeheke bêhnvedanê, rawestgeheke hevdîtinan, xeteke zirav di navbera çîrok û dîrokê de... Qet şik tê de nîne; qehwexane yek ji wan mekanên serekî ye ku bikare wê têveliya fikr û mirovan, di nav çend metreyan de bigihîne hev. Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr, bi tevkariya 16 nivîskarên ji bajarên cuda, berê me zêdetir dide qehwexane û çayxaneyan û hin caran cafeyan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.