Ya PDK’ê ji ya DAIŞ’ê ne kêmtir e!

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 00:47

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî 3 mehên destpêkê yên kampanyayê û encamên wê, siyaseta PDK’ê ya li hemberî jinan û giringiya pêşxistina feraseta xwe parastinê ji bo jinên Êzidî ji ajansa me ANF’ê re nirxand. Suham Şengalî anî ziman ku heta niha ji aliyê YPG, YPJ û TAJÊ ve bi sedan zarok û jin ên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan hatine kirin û got:“Kesên hatine rizgarkirin ji aliyê civak me ve bi germî hatine pêşwazîkirin ku bikaribin li ser axa xwe û di nava civaka xwe de jiyana xwe bidomînin. Lê PDK siyaseteke qirêj li ser wan dimeşîne. Rêbaza PDK’ê ya sereke ew e ku nahêle ew kesên rizgarbûyî li Şengalê bimînin. Çawa ku digihêjin Şengalê, PDK bi malbatên wan re dikeve têkiliyê û bi derfetên madî dixwazin wan derxin Başûrê Kurdistanê, dibin mektebekê girêdayî Nêçîrvan Barzanî û hemû rastiyên wan berovajî dikin. Derewan dikin ku ev kes ji aliyê PDK’ê ve hatine rizgarkirin. Ji bo karibin rastiyan veşêrin û derewan bikin dîlgirtiyan ji Şengalê derdixin.”

PDK jinên dîlgirtî dixapîne

Suham Şengalî anî ziman ku PDK dîlgirtiyên ku ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin tevî malbatên wan ji Iraqê derdixe û got: “Dixwazin bi vê rêbazê Şengalê vala bikin. Heya niha bi sedan jin û jinên ciwan ên  Êzidî yên rizgarbûyî, bi vê rêbazê derxistin Ewrûpayê. Siyaseta PDK’ê ji siyaseta DAÎŞ’ê ne cûdatir e. Di fermana 2014’an de DAÎŞ’ê bi darê zorê keç, jin û zarok ji çand û zimanê wan dûrxistin. Niha PDK heman tiştî bi rêbazên cûda, bi şerê taybet dimeşîne. PDK dixwaze fermana 2014’an bi dîlgirtiyan bide jibîrkirin ku ew şahidên xiyaneta PDK’ê ne. Bi navê tedawiyê dibêjin lazim e ev kes ji cihê fermanê dûr bikevin! Bi vî awayî wan ji Şengalê derdixin da ku fermanê li wan bidin jibîrkirin û ev kes li pey doza xwe neçin. Şahidên komkujiyên DAÎŞ’ê û xiyaneta PDK’ê dixwazin wenda bikin.“

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî da zanîn ku lige vê siyaseta qirêj û rêbezên şerê taybet ên PDK’ê jî hejmarek ji wan dîlgirtiyan li Şengalê, li ser axa xwe, bi çand û baweriya xwe dijîn û hewl didin bandora DAÎŞ’ê derbas bikin. Suham Şengalî girîngiya mayîna wan a li Şengalê, wiha nirxand:“Dema zarokên keç 10 salî bûne rastî destdirêjiyê, firotinê, kolekirinê hatine. Ew bi xwe zarok in lê destdirêjî li wan hatiye kirin û zarok anîne dinyayê. Ev kes dikarin di nav civaka xwe de van tiştan derbas bikin. Yên derdixin Ewropayê jî di nav malbatê wan de nahêlin, dibin cihên taybet, bi navê tedawiyê fermanê didin jibîrkirin.”

Kampanya berfirehtir dibe

Suham Şengalî bal kişand bi ser kampanyaya TAJÊ jî wiha got:“Armanca me rizgarkirina jinên dîlgirtî û parastina wan e. Ev kampanya ji bo wê ye ku ev jin careke din rastî van kiryaran neyên, karibin parastina xwe bikin. Cewhera kampanyayê xweparastin e. Di çarçoveya kampanyayê de li gel jinên Iraqî, jinên Rojhilata Navîn û jinên enternasyonal re kar û xebat hatin meşandin. Ji bo ev kampanya bi ser bikeve wê xebat bi rêbazên cûda berdewam bike. Xebata sereke ew e ku jin wê çawa karibin têkoşîneke hevpar a parastinê pêş bixine.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.