Li ser statûya Başûr talokeyeke cidî heye

În 9 Tebax 2024 - 01:25

  • Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir dewleta Tirk dixwaza statûya Başûrê Kurdistanê ji holê rake û malbata Barzanî destekê dide êrîşên dagirkeriya Tirk. Karamûs destnîşan kir dewleta Tirk li pey sînorên Mîsak-Î Millî ye, li ser statûya Başûr talokeyeke zêde cidî heye û bang kir ku hemû hêz û aliyên Kurdistanî bi erkên niştimanî rabin.

 Dagirkeriya Tirk a bi hevkariya malbata Barzaniyan her ku diçe berfireh dibe. Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser başûrê Kurdistanê gelek gund htain valakirin. Dewleta Tirk weke ku xaka wê be gelek noqteyên leşkerî danîne, li ser 600 gundî talokeya valakirinê heye. Dewleta Tirk li deverên ku kiriye bin kontrola xwe komên paramîlîter ên ji Sûriyê anîne bi cih dike.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus jî di nav de, şandeyeke ji KNK’ê bi vê rojevê li başûrê Kurdistanê bi derdorên cuda re hevdîtin kir. Karamus, têkildarî hevdîtinan û êrişên dewleta Tirk Karamus, diyar kir ku ki bilî PDK’ê bi hemû partiyên Kurd re, bi rêxistin, sazî,  akademîsyen, rewşenbîr û komên civakî re hevdîtin kirine. 

Dixwaze statûya Başûr tine bikin

Karamûs diyar kir xelkê Başûr ji ber êrîşên Tirk nikare biçe ser bax û baxçeyên xwe û anî zimên taloke heye ku Başûr destkeftiyên xwe û statûya xwe ji dest bide. 

Karamûs têkilî armanca dewleta Tirk got,’’Dixwaze hebûn û statûya Kurdan a li başûr ji holê rake. Hewl dide li dijî xelkê Başûr, bi Iraq, Sûriye û Îranê re tifaqê çêbike. Hikûmeta Federe bi xwe jî di nav van hewldanan de ye. Daxwazên dewleta Tirk pêk tîne. Ya ku îro li vir dewleta Tirk diparêze, hikûmeta federe ye. Mixabin îro partiyeke Kurd xetereyê li ser statûya Kurdan çêdike û hewl dide destkeftiyên gelê Kurd bi destê dewleta Tirk tune bike.” 

Li pey sînorên ‘’Mîsak-Î Millî’’ ne 

Karamus, da zanîn ku dewleta Tirk li herêmên di bin kontrola xwe de komên paramîlîter bi cih kiriye û wiha domand: “Li gorî agahiyên xelkê herêmê didin me, li deverên ketine bin kontrola dewleta Tirk komên îslamî, cîhadîst û tundrew ên weke DAIŞ û El Nusrayê hatine bicihkirin. Hejmareke zêde ya van cîhadîstan li herêmê hatine bicihkirin. Ev bi xwe re metirsiyeke mezin e. Bi vî rengî dixwaze sînorê xwe yê Misak-î Mîllî têxe bin kontrola xwe û Rojava jî bi vî rengî kontrol bike. Her wiha bi yekcarê Şengal, Kerkûk, Mûsil û deverên Behdînanê kontrol bike. Stratejiya dewleta Tirk ev e. Ev xetereyeke mezin e.” 

Rewşa li herêmê pir xirab e

Di berdewamê de Karamus anî ziman ku kes nikare biçe van herêmên dagirkirî û wiha pê de çû: “PDK di nav hewldanan de ye ku gel herêmê vala bike. Gefên kuştinê li şeniyên herêmê dixwin, bi rê û rêbazên weke binçavkirin û girtinê wan koçber dikin. Çûyin û hatina gund û bajaran asteng dike. Hewledanên ferzkirina zimanê Tirkî hene. Ji şêniyên herêmê nasnameyan dixwazin. Nasnameyên welatiyan Iraq û Herêma Federe qebûl nakin. Pasaportê jê dixwazin. Ev jî nîşaneya dagirkerî û îlhaqkirinê ye. Rewşa xelkê herêmê pir nebaş e. Divê ev zextên dewleta Tirk û PDK’ê bêhtir bên teşhîrkirin.”  

Her kes bi erka niştimanî divê rabe

Karamûs bi domdarî got hin partiyên weke Tevgera Goran, Hîzên Şiî Kurdistan, YNK û Tevgera Azadî dijî dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan helwestê nîşan didin lê ev têrê nakin û xwes ku her kes bi helwesteke netewî dijî êrîşên dagirkeriyê rabe. Karamûs got,’’Di sedsala 21'emîn de hedefa dewleta Tirk tunekirina deskeftiyên Kurd e. Hewl dide Kurdan tune bike. Plana dewleta Tirk eşkere ye û hewceye divê gelê Kurd jî li dijî vê planê seferberiyê ragihîne. Amadekariyên me yên ji bo konferansên niştimanî û ewropayî hene. Divê di vê qonaxa girîng de hemû kes li dijî dagirkeriya erka xwe ya niştimanî bi cih bîne.” 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.