Rêya çareseriyê yekîtiya neteweyî ye
Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:15
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs li hemberî gef û êrişên li ser Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê got, “Rêya xwegihandina çareseriyeke bi wate û mayinde ya gelê Kurd stratejiya hevpar û yekîtiya neteweyî ye.”
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs anî ziman ku merasîma şewitandina çekan a li Silêmaniyeyê, rola diyarker a Rêber Apo di pêvajoya çareseriyê de, girîngiya yekîtiya Kurdan nirxand.
Karamûs bal kişand ser têkoşîna sed salî ya Kurdan a li hemberî bêstatu û asîmîlasyonê û anî ziman ku ev pêvajoya dîrokî derbasî qonaxeke nû bûye.
Hevserokê KNK’ê bal kişand ser merasîma şewitandina çekan a li Şikefta Casenê ya Silêmaniyeyê û diyar kir ku ev gav peyameke eşkere ya ji bo cîhanê ye ku nîşan dide, aliyê Kurd di nava her şert û mercî de ji aştiyê, siyaseta demokratîk re amade ye û çekan ji navberê derdixînin.
Karamûs têkildarî Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn modeleke demokratîk e. Karamûs işaret bi rîska êrîşê ya li ser modela Rojava kir û got, “Beşeke mezin a hêzên ku îro li Sûriyeyê desthilatdar in, mixabin bi rengekî eşkere û ne eşkere li ser xeta dijberiya li Kurdan e. Hêzên radîkal û cîhadîst piştî hilweşîna rejîma Esad bi rengekî legal hatin nîşandan û ew li ser desthilatdariyê hatin danîn. Dixwaazin destketiyên Kurdan ên li Rojava bi temamî tasfiye bikin. Êrîşên li ser herêmên Durziyan provayeke vê plana êrîşê ya mezin e. Elewî, Durzî û komên din ên etnîkî-olî bi komkujiyan û êrîşan di bin zextê de hatine hiştin. Ji bo zemîn û firsenda êrîşa li hemberî Kurdan li benda avabûna şert û mercan e.”
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs li hemberî gef û êrişên li ser Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê got, “Rêya xwegihandina çareseriyeke bi wate û mayinde ya gelê Kurd stratejiya hevpar û yekîtiya neteweyî ye. Mafên çandî, civakî û siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê bi saya vê yekê dikarin bêne biderxistin.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN