Ocalan rêberekî bi hêz e

Duşem 12 Tebax 2024 - 03:05

  • Sekreterê Têkîliyên Navneteweyî yê Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutîflat da zanîn ku Abdullah Ocalan nûnertiya mûxalefeta li dijî otokratiyê dike û got: Divê em ji bo azadiya Ocalan seferber bibin.

Beriya demek nêz; siyasetmedar, hunermend, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan di nav de, 61 Fransiyan nameyek ji CPT’yê re şandin û bang kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Yek ji îmzekarê nameyê, Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutîflat li ser tecrîda Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

Dylan Boutîflat diyar kir ku armanca şandina nameyê ji CPT’yê re ew e ku nîşan bidin Ocalan nehatiye jibîrkirin û got:“Me nîşan da ku em ji bo Ocalan di nava piştevaniyê de ne. Mijara ku tehemûla me dide zorê ew e ku, Tirkiye van hemûyan weke endamekî Konseya Ewropayê pêk tîne! Tirkiye ji ber ku rêzê ji prensîbên hiqûqî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan re nagire, bi rêk û pêk tê şermezarkirin. Hem li Tirkiyê û hem jî li sê welatên din ku Kurd lê hene, li ser şertên çareseriya pirsa Kurd û bi taybetî jî ku daxwaza Kurdan e, em daxwaza ji nû ve avakirina diyalogekê bi hemû hêzên pêwendîdar re dikin û ji bo vê têdikoşin.”

Divê em seferber bibin

Dylan Boutîflat, da zanîn ku Ocalan 75 salî ye û ji sêyan yekê jiyana xwe di girtîgehê de derbas kiriye û wiha domand, “Ez fêm nakim, di rewşeke wiha de Abdullah Ocalan ma dikare tehdîdek çawan ava bike. Ocalan şexsiyetên mezin ên ji bo rizgariya neteweyî ya gelê xwe têkoşiyan, tîne bîra min. Ez Ocalan dişibihînim Nelson Mandela. Ocalan rêbertî ji têkoşîna azadiyê ya gelê xwe kir. Lê belê 25 salên jiyana wî bi 'fikarên hebûnî' li Tirkiyeyê hatin dizîn, ku Erdogan îro jî vê siyasetê dewam dike û ev yek jî rojeva wî ya siyasî ye. Divê em îro bi temamî ji bo pirsgirêka azadiya Ocalan, hevditina wî ya bi hezkiriyên wî re û naskirina hêz û rewabûna Kurdan bi awayekî azad çarenûsa xwe di hin deman de diyar bikin, seferber bibin.”

Ewrûpa durû nêz dibe

Dylan Boutîflat, anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê bi taybetî di mijara polîtîkayên giştî yên bi Tirkiyeyê re durû nêz dibe û got:“Ya rast ew e ku meqamên giştî yên Ewropayê rola Erdogan a di civaka navneteweyî ya otokratan de ji bîr dikin. Wekî serokê Tirkiyeyê têkiliyên Erdogan bi torên terorîst û rêxistinên wekî Hamasê re eşkere ne. Ji ber vê yekê, divê em di ferqa berpirsyariya îfadekirina rastiya rejîma Tirk û nediyardeya têkiliyên bi Ewropayê de bin.”

Erdogan xetere ye

Dylan Boutîflat, destnîşan kir ku Tirkiyeya Erdogan ne dewleteke demokratîk e, berovajî dewleteke otokratîk e û got:“Bi ya min ev rewş di heman demê de ji bo nirxên demokratîk ên li Yekîtiya Ewropayê jî xetere ye. Ji dema bûye Serokkomar û vir ve Erdogan ji prensîbên hiqûqê, bi taybetî jî hiqûqa Ewropayê dûr ketiye. 

Ewrûpa hevkariyê dike

Dylan Boutîflat, da xuyakirin ku ev 10-15 sal in Yekîtiya Ewropa derbarê doza Kurd de bêxem e û got:“Ji ber ku serokên dewletan ên Ewropayê û bi taybetî jî Emmanuel Macron girîngiya destekdayîna têkoşîna Kurdên ku li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê û li dijî desthilatdariya Erdogan têdikoşin nabîne. Bêdengiya rayedarên Ewropayê dihêle sûc û pirsgirêk mezin bibe. Kurd ji bo çand, ziman û mafê hebûnê bi dest bixin xwe feda dikin û şer dikin. Ji ber vê yekê, divê em hesabê berpirsyariya Yekîtiya Ewropayê ya di înkarkirina daxwazên mafên Kurdan de bipirsin.”

PKK’ê ji lîsteyê derbixin

Dylan Boutîflat diyar kir ku divê ji durûtiya li hember PKK’ê û têkiliyên Yekîtiya Ewropayê bi rejîma Erdogan ku ji xwe ne dirûst in rizgar bike û got:“Divê em ji vê mantiqê dûr bikevin û PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin. Divê em di mijara PKK'ê de gelekî vekirî bin. Erdogan li ser helwesta dijber a Ewropayê dilîze. Lewma roleke me ya girîng heye ku em bi demokratên Ewropî re bibînin.”

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.