Çima? 

Nûçeyên Forum

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 00:15

  • Îca wekî mirovekî Kurd dibêjim, mala Barzanî şirîke fermana Êzîdxanê û SOLÎNA biçûk in. Ji bo Solînê zêmareke me hebû, lê ji bo fermana Êzîdxanê zêmar têrê nake. Gelo Çima? 

OSMAN KAPAN

Di sala 2011de meha Tebaxê, Tebaxa germ de balefirên artêşa dagirker a Tirk başûrê Kurdistanê bombabaran kirin, di vê bombabaranê de zarok û jin jî di navde heft kes hedef hatin girtin. Lewra li gorî dugela faşîst, Kurd Kurd in kî werê kuştin rewa ye. Ew bi zagona neyartiyê tevdigre, ji ber wê armanç tinekirin e. Bakur, Başur, Rojhilat, Rojava ferq nake. Li ser vê hişmendiyê ew kirin hedef. Di vê bombabaranê de 4 jê zarok, 7 kes şehît ketin. Yen ku şehît ketî ev bûn: SOLÎN (hîna 6 mehî bû), Huseyîn Mustafa, Hacî Mamkek, Vîzan Huseyîn, Zana Huseyîn, Sonaya şemal û Xunav Huzeyr. Me dikarîn wan bihijmêrin û bi zêmarekê wan bi bîrbînin; 

Pitika min; 

Şîkevokek bask spî/ di asoyê zarokatiya min de/ xweşxeyala bi afsûn/ qey ew kenê nû ajdayî qediya!/ firîka bişîrik/ hawara dilê me yî bi kul/ SOLÎNA biçuk tu li ku yî?/ Solîn germa dilê min/ gulçîna di zinarên qelişî de/ bişrîn xemla axa pîroz/her tişt çilmisî/ ji vê teqîna esmanê şîn/ di dil de man stirîyên zerik/ tev bi janin, tev bi êş/ Bişrîna gulvedayî kemilî/ xwe li bextewariya min dipêçe/ di tebaxa zilmê de/ ezê reşan girêdim/ di şûna cilkên bûkaniya te de/ tu/ di xemla bayê êşbir de be pitoka min… 

Fermana gelê me yî Ezîdxanê jî 3 Tebaxa 2014 de pêk hat. Ferman ewqasî mezin bû ne zêmarê têr dikir, ne jî hejmar diyar bû. Ew ferman ji hemû fermana dijwartir bû. Dest avêtin jin û zarokan, li bazarê avêtin mezatê, bi hezaran kuştiyên ne diyar li pey xwe hiştin. Ya herî zor jî ev qirkirin bi alîkariya dethilatdariya Başurê Kuurdistanê pêk hat. Çav miçkirina dostan ji xencera dijmin bi êştir e…! 

Em her du komkujiya bidin ber hev û seran ser lê binerin emê bêjin; “yek dugela faşîst a Tirk kir, ya din DAIŞ’ê… Belê dîmenekî welê şênber dibe. Ji xwe armanc jî ew e ku têgihijeke wisa çêbikin. Çima? Aramanc ew e ku berpirsiyar û sebebdarên esasîn veşêrin. Heya demekê ev armanc hasil dibe. 

Lê kî çi bike bila bike, çiqasî veşêre bila veşêre heqîqet di nava tariyê de namîne. Em bi gotina pêşiyên xwe bêjin: “Reva pisîkê heya kadînê ye.“ Lewra raza ku du kes zanibe ew êdî ne raz e. Îca ev komkujî û yên din jî welê ne, şahidê me dîrok û qewimînê me ne. Gotineke klîşe heye, her kes dibêje; “Kurd ne Kurdên berê ne“. Çibûn Kurdên berê? Ji hêla neyar û yên qaşo ew temsîl dikirin ve bê bîr hiştibûn. Ango domahiya bîrê nehiştibûn. Lê niha Kurd paşeroj û siberoja xwe raber dikin 

Ma ku ne bi desturdayîna desthilatdariya Başûrê Kurdistanê be, balefirên dugela Tirk dikarin werin Başur bomba bikin û komkujiyê pêk bînin? Na ne gengaze. Zagonên navnetewî hene, yên hatibûn qetil kirin hemwelatî ne û ev zagon destûr didin ku rêveberiya Kurdistanê dugela Tirk mehkûm bike. Lê mixabin wê rojê jî, îro jî Tegera Azadiya Kurdîsanê sucdar dike û dibêje bila ji vir biçe. Ji xwediyên Kurdistanê re dibêje biçe, dagirkeran vedixwîne Kurdistanê. Tiştekî weha sosret di dîroka tu gelan de tine ye. Em bawer nakin ti derûnnas, bikaribin vê derûniyê pênase bikin! Tu dibêje qey Başûrê Kurdîstanê erdê mala Berzaniya ye û li ser wan tapû kiriye! Ji dêvla hesab ji dugela Tirk bixwazin, ji Tevgera Azadiyê dixwazîn. Bi gotin û kirinên xwe parçebûyîna Kurdîstanê dipejirînin. Divê em vê parçebûyînê qet û qet qebûl nekin. 

Lê mixabîn mala Berzanî ev ji zû ve pejirandine. Ma ne mala Barzanî bûn ku ji DYA‘yê xwestin ku Kurdîstanê bikin Eyaleteke wan? Îro jî Başûrê Kurdîstanê teslîmî dugela Tirk dikin û armanca wan ya “Mîsakkı Milli“ pêk tînin. Rola niha danîne ser milê xwe ev e. Ji wê ye dibêjin bila Tevgera Azadiyê ji vir biçe. Dixwazin hespê xwe bê asteng bi bezînin. Me gotibû, dev ji îxanetê berdin. Îca em dibêjin xayîntiya xwe eşkere bikin û bes gel bi xapînin. Lewra xayîntî marê kor e, dê kengî bi guzekê ve bide ne diyar e… 

Dema em bûn zarok dayika min çîrokekê ji me re digot. Ez ji nû têgihiştim wateya wê çîrokê: “Dibêjin, şivanek hebû kuçikê wî şivanî di demên cuda de çend gur xeniqandibûn û navê wî kiribûne Gurxenîq. Şivan bi kuçikê xwe pirr bibawer bû, bê xem radiket. Dem û dewran qulipîn, hema hema her roj miyek winda dibû. Şivan tu wate ne dida windabûna miyan. Rojekê ji xwe re got ka ez venerînekê bikim. Dema li şevînê pez da mexel, wekî her car xwe di nava kulav de dirêj kir, kûçik di dorê re çû û hat, amin bû ku şivan raket. Ji cem şivan da rê, şivan ew raçav kir. Çi bibîne, kûçik çû miya herî bi goşt xeniqnd û xirxirande jêra pez, gazî kir bi gazîkirina wî re gurek hat û kete ser kelaşê miyê de, têr xwar û jiber mayîya xwe bir û çû. Şivan dengê xwe nekir, dema bû sibe gazî kûçik kir, ben xiste stû û daleqand. Çi kesê dipirsî wî mesele ji wan re digot; ku xayînê malê ji malê be, diz bê tirs e…“ 

Yê destur da ku DAIŞ bikeve Şengalê û komkujiyê pêk bîne jî ew bûn. Di destê wan de çekên ku bikaribin li hember DAIŞ’ê şer bikin û şengalê biparêzin hebûn. Lê li ber xwe nedan û destûr dan ku bikevin Şengalê. Dema ku nûçegehanê ji wan re digot çima hûn şengalê naparêzin? Yekî pêşmerge digot: “ Ferman dane ku em vekişin“. Ya din çima gelê ÊZÎDXANÊ çek ji wan dixwest nedane wan? Bi zanebûn nedan, da mexseda wan hasil bibe. Mih avêt ber gur! Gêrilayên Azadiyê bi çekên kesane û derfetên kêm li ber xwe dan û pêşiya komkujiya hîn mezintir girtin. Çima pêşmerga ev nekir, kê nehişt ku pêşmerge li ber xwe bidin û fermana vekişandina pêşmergeyan kê da? 

Îca wekî mirovekî Kurd dibêjim, mala Barzanî şirîke fermana Êzîdxanê û SOLÎNA biçûk in. Ji bo Solînê zêmareke me hebû, lê ji bo fermana Êzîdxanê zêmar têrê nake. Çima? 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.