Divê hunermend dijî dagirkerî û îxanetê rabin

Şemî 10 Tebax 2024 - 01:55

Hunermendên Kurd Kawa Ûrmiye û Hekîm Sefkan dijî hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya malbata Barzanî axivîn û gotin DAIŞ û malbata Barzanî ji alî Enqerê ve têne rêvebirin û bang li nivîskar û hunermendan kirin ku dijî dagirkerî û îxanetê helwesta xwe nîşan bidin.

Hunermend Kawa Urmiye anî ziman armanca êrişan tunekirina PKK’ê û berfirehkirina sînorên Tirkiyeyê ye. Urmiye da zanîn ku ev xeyalên vîkîvala ne û wê neçe serî.  

Ûrmiye dijî hevkariya Barzaniyan ya bi dagirkeriya Tirk re helwest nîşan da û got Barzaniyan Başûr teslîmî Tirkiyê kirine.

Dijî îxanetê yekîtiya netewî

 Ûrmiye anî ziman ku divê li dijî “îxanet û hevkariyê” yekitî were avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî divê ciwan, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên me yên li Başurê Kurdistanê li dijî vê konsepta qirêj û hevkariya PDK’ê û Tirkiyeyê têkevin liv û tevgerê.” 

Dixwazin Başûr tevî xaka xwe bikin 

Hunermend Hekîm Sefkan jî destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Sefkan bi bîr xist ku Tirkiye ji bo êrişan, PKK’ê wek hincet nîşan dide û ev tişt gotin: “Dewleteke ku çavnebariyê li gotina “Pêşî Peya” dike wê çawa çavnebariyê li herêmeke serbixwe nekê? Yek ji armanca Tirkiyeyê ew e ku axa Herêma Federe ya Kurdistanê tev li axa xwe kirin e.” 

Barzanî û DAIŞ girêdayî Enqerê ne 

Sefkan bal kişand ser hêzên paramîlîter yên ber bi herêmê re hatine şandin û wiha domand: “PDK û DAIŞ ne tenê niha, ji berê ve di heman mewziyê de ne. Di komkujiya Şengalê de hatin cem hev.” Sefkan bi bîr xist ku beriya serdana Erdogan ala Tirkiyeyê li Keleha Hewlêrê daliqandin û wiha domand: “Dema Erdogan çû li wê derê bi ser tabelayên mezin ‘Hûn bi xêr hatin serokkomarê me Erdogan’ nivîsandin. Mirov van tiştan di welatê xwe de, ji bo serokkomarê xwe dinivîse. Çima van tiştan dibêjim. Yên DAIŞ’ê bi rê ve dibin, PDK’ê jî bi rê ve dibin. Ev yek tê vê wateyê; PDK û DAIŞ du leşkerên girêdayî Enqereyê ne.’’

Bêhelwestî bêbandorî ye 

Sefkan bilêv kir ku divê hunermend li dijî şer têkevin liv û tevgerê û wiha derbirî: “Divê em ji reş re bêjin reş; ji spî re bêjin spî û wiha domand:’’ Divê Kurdistaniyên li her çar parçeyan, li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bide. Dewleta Tirk li dijî Kurdan e. Bêhelwestî bêbandorî ye. Dema bombeyek tê avê tenê bi ser bedena ciwanên Kurdan nakeve, dikeve ser tevahî hebûna Kurdan. Mirovên helwestê nîşan nadin tê wateya sekinîna li cem dagirkeran.” 

MA/RÛKÎYE ADIGUZEL/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.