Walîtiya Kerkûkê ya Kurdan e

Duşem 12 Tebax 2024 - 02:45

Meclîsa Encûmena Kerkûkê li Bexdayê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civîna xwe lidar xist. Di civînê de Rêbwar Taha yê YNK'yî ji 3 endamên Ereb, endamekî Xiristiyan û 5 endamên YNK'yî yên encûmenê deng wergirt û bû waliyê nû yê Kerkûkê yê Kurd. Ji encûmena bajêr 2 endamên PDK'yî, 2 endamên ji Eniya Tirkmen û endamên din ên Ereb tevlî civînê nebûn.

Aliyên ku tevlî civînê nebûn li pey wê yekê bûn ku di çarçoveya plana dewleta Tirk de nehêlin Kurdek bibe Waliyê Kerkûkê û meqamê walîtiyê bidin Eniya Tirkmen. PDK û endamên Eniya Tirkmen û Ereb ên tevlî civînê nebûn, plan dikirin ku wezîfeya Walîtiya Tirkmen 2 salan carekê di navbera van aliyan de parve bikin. Eniya Tirkmen bi rengekî fermî ragihandibû ku li ser vê bingehê bi PDK'ê re tifaq çêkiriye.

Siyaseta Talabanî tê meşandin

Têkildarî hilbijartina Rêbwar Taha ji bo walîtiya Kerkûkê, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî peyamek da. Bafil Talabanî diyar kir ku YNK wê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal dimeşîne û anî ziman ku beriya Kurdan ew ê ji bo xwişk û birayên xwe yên din bixebitin.

Serokê YNK'ê got:"Divê em Kerkûkê bikin mînaka bihevre jiyan û geşbûnê. Hêvîdarim di çend salên din de li şûna ku bibêjin pirsgirêka Kerkûkê ye, bila bibêjin em dixwazin ev der bibe wek Kerkûkê. Ez pîrozbahiyê li hemû hevalên xwe û hemû pêkhateyên Kerkûkê dikim, soz didim wan ku YNK wê siyaseta Serok Mam Celal bi cih bîne, em ê bi heman çavan li hemû partiyan binêrin û heta partiyên din jî bidin pêşiya xwe."

KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.