DEM Partiyê ji bo Êzîdiyan bang kir

Duşem 12 Tebax 2024 - 02:15

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê diyar kir ku Êzidî bi gefeke mezin a komkujiyê re rû bi rû ye ku PDK'ê organîze kiriye û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez bikeve nava liv û tevgerê.

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyek weşand û got, "Xelkê Êzidî yê qedîm weke etno-baweriyek ku di herikîna dîrokê de 73 caran komkujî li wan hate kirin, îro careke din bi gefeke mezin a komkujiyê re rû bi rû ye ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye birêxistinkirin. Metirsî heye ku ev gelê qedîm careke din bi gotinên şaş û metirsîdar ji holê bê rakirin."

Gefa nû bi destê Barzaniyan e

DEM Partiyê ragihand ku gefa nû ya ku bi destê rêveberiya Barzanî destpê kir, zemîna paqijiyeke etnîkî û bawerî ya bi rêk û pêk diafirîne û diyar kir, nêzî 150 hezar Êzidiyên ji êrişên qirkirinê yên DAÎŞ'ê rizgar bûn, li Herêma Kurdistanê ya Federe di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de li binê konan asê hatine hiştin.

Vê lîstîka metirsîdar rawestînin

DEM Partiyê hişyarî da ku gefên operasyoneke li ser Şengalê 'rê li ber fermaneke nû vedike' û ev hişyarî û bang kir:

"PDK a ku di dema komkujiyên DAÎŞ'ê de xelkê Êzidî bi tenê hişt û nehişt bêne parastin, wê bibe berpirsyarê sereke yê komkujiyeke nû.

Em hişyariyê didin PDK'ê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê: Vê lîstika metirsîdar tavilê rawestînin. Gelê Kurd çawa ku berê kir, wê îro jî mafê Êzidiyan ê jiyana bi ewle û aştiyane ya li xaka xwe biparêze.’’

Herî dawî bang li civaka navneteweyî û civaka Kurd hate kirin ku li dijî gefa li ser Êzîdiyan bêdeng neminin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.