Em ê komployan têk bibin

Duşem 12 Tebax 2024 - 02:20

Çeteyên "Dîfa Watanî" û hêzên rejîma Şamê êrişî bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê kiribû û di encamê de 13 kes şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Di nava kuştiyan de zarok jî hene. Rûspiyên qebîleya El Igêdat a kantona Dêrazorê sûcên hêzên rejîma Şamê yên li dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Rûspiyê qebîleya El Igêdat a bajarokê El Ezbe Ewad Remadan El Elî got:"Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Divê sûriyeyî ji nakokiyên leşkerî dûr bikevin. Ji ber ku wêraniyê bi xwe re tînin. Armanca wan êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê ye." Rûspiyê êla El Igêdat a bajarokê Xeşam Subah El Emaş jî got: "Em sûriyeyî malbatek in û em qebûl nakin kesek were û herêmên me tevlihev bike. Armanceke van tenê ya êrişên hovane yên li dijî sivîl, zarok û jinan heye ku fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin. Em van êrişan qebûl nakin. Em li kêleka QSD’ê ne." Rûspiyê ji bajarokê Cidêd Igêdat Fethî El Itêş got: "Em rûspiyên Dêrazorê bi QSD’ê re ne û wê tevahî komployên li dijî herêmê bi bin bixin. Em li dijî komployên li dijî gelê me ne. Em êrişên hikumeta Şamê û çeteyên wê şermezar dikin. Bi saya QSD’ê em ê vê komployê têk bibin."

ANHA/KEWSER EL CASIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.