PDK’ê Kerkûk dîsa firot

Şemî 10 Tebax 2024 - 00:47

Serokê berê yê Eniya Tirkmenan ya Iraqê (ITC) yê Eşref Salihî di hevpeyvînek bi Al-Sumaria News de têkildarî lihevkirina li ser birêvebirina hevpar ya parêzgeha Kerkûkê bi aliyên dijberî xeta Kurd PDK, Ereban re  wiha got:“Gotûbêjên me yên bi pêkhate û serkirdeyên siyasî re didomin. Bernameya Serokwezîr jî di gihandina projeyê û pêngav avêtina ji bo lihevkirinê, serkeftî bû. Heta niha aliyên siyasî nekarîne tu lihevkirinan bikin. Lê ez di wê baweriyê de me ku di nav çend rojên pêş de em ê bigihin lihevkirinê. Ji ber ku zêde dem li ber dest nemaye. Mayîna Kerkûkê ya di vê rewşê de jî ne di berjewendiyên tu kesê de ye. Sê aliyan li ser vê mijarê lihev kirine ku ew jî ji Eniya Tirkmenan, PDK û Ereban pêk tê.” Tevî ku Kurd li Kerkûkê piranî ne û xwediyê 7 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ne jî, lê PDK’ê weke her carê aliyê dijî gelê Kurd hilbijart û li ser bidestxistina postê walitiya Kerkûkê çûye bi Eniya Tirkmen û Ereban re lihevkirin îmze kiriye. PDK’ê pişta xwe daye YNK û gelê Kurd û destê xwe daye destê Hesen Tûran û Eşref Salihî yê ku di bin fermana darêjerê vê plana qirêj li dijî Kurd, Hakan Fîdan tevdigerin.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.