Tiliya kê di êrişan de heye?

Duşem 12 Tebax 2024 - 02:35

Dêrazor, ji bo hêzên li herêmê bajarekî stratejîk e. Ev bajar ku li ser sînorê Sûriye û Iraqê ye, di heman demê de li qeraxa Çemê Firatê ye. Li bakur-rojhilat bajarên Hesekê, li bakurrojavayê Reqa û li başûrrojavayê Humus hene. Nifûsa vî bajarê dîrokî beriya sala 2011'an milyon û 700 hezar bû. Lê piştî şerê navxweyî yên Sûriyeyê û serdestiya DAIŞ’ê, bi sed hezaran mirov neçar man koç bikin. Ereb piraniya nifûsa bajêr pêk tînin. Bi qismî malbatên kurd û tirkmen lê dijîn. Dêrazor, di heman demê de bajarekî xwedî çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê ye. Li vir gelek qadên neft û gazê hene. Navenda bajêr di 23'yê Adara 2019'an de hat rizgarkirin. Rojhilatê bajêr niha ji aliyê Meclisa Sivîl a Dêrezorê ve tê birêvebirin, rojavayê wê jî ji aliyê rejîma Şamê û hêzên girêdayî Rûsya û Îranê ve tê birêvebirin. DAIŞ, hebûna xwe li çolên rojavayê bajêr didomîne.

Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopîne, bûyerên li herêmê nirxandin. Bîlgîn da zanîn ku êrişên li ser Dêrezorê ne nû ne û got:“Desthilatên hegemonîk ev demeke dirêj e dixwazin planên xwe yên qirêj ji Dêrezorê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve belav bikin. Di van du salên dawî de gelek planên di vî warî de li ser Dêra Zorê hatin ceribandin. Di van rojên dawî de jî ji aliyê hêzên girêdayî rejîma Şamê ve êrişên mezin tên kirin. Sivîl dibin hedefa êrişan. Armanc ew e ku di nav gel de nêrîna ku pevçûn hene çêbikin. Dêrazor ji bo her kesî cihekî stratejîk e. Li herêmê gelek hêz hene. Li Dêrazorê Rêveberiya Xweser heye, li rojavayê Îran û hêzên Şamê hene. Di heman demê de li Abû Kamalê hêzên koalîsyonê hene. Li çolên Dêrazorê jî hucreyên DAIŞ'ê hene. Ên di van hucreyan de xwe li wir perwerde dikin û êrişên xwe li vir plan dikin."

Li Rihayê pîlan kirin 

Bîlgîn der barê êrişên dawî de jî agahiyên balkêş parve kirin. Bilgin diyar kir ku kesên komên girêdayî hikûmeta Şamê jî di nav wan de, li Rihayê civînek li dar xistine û got:“Gelek çeteyên ku di êrişan de cih digirin ji wan kesên ku ev demeke dirêj e li bajarên di bin dagirkeriya Tirkiyê û hêzên paramîlîter de perwerdeyê didin pêk tên. Armanca wan ew e ku ew plana ku sala borî bi ser neketibû, ji nû ve çalak bikin. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Şehbayê di rojên dawî de didomin. Di rojên dawî de ev êriş zêde bûn. Armanca êrişan ew e ku aramiya li Rêveberiya Xweser ji holê rakin û ragêşiyê di nava gelan de pêş bixin." 

Xelk li gel QSD’ê ye 

Bîlgîn destnîşan kir ku tevî hemû êrişan jî xelkê herêmê li cem QSD'ê ne û got:"Girîng bû ku eşîran piştî civîneke mezin ragihandin ku bi QSD'ê re ne. Vê yekê gotina çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê ya ku digotin 'QSD nikare nîzama giştî pêk bîne, di navbera malbatan de nakokî hene. Em wekî hêzên eşîrî nîzama giştî misoger dikin' pûç kir." Bîlgîn da zanîn ku di aloziya li herêmê de para Rûsyayê jî heye û got:"Dema ku Tirkiye ragihand ku dixwaze bi Şamê re hevdîtinê bike, Rûsyayê dem bi dem piştgirî da. Armanca wê ne ew e ku pirsgirêkên li herêmê bi temamî çareser bike, dixwaze ber bi berjewendiyên xw eve bikişîne. Dixwaze Şamê ber bi xwe ve bikişîne û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Li hemberî vê yekê QSD di nava berxwedaneke mezin de ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her demê zêdetir ji bo parastina destkeftiyên xwe bûne yek. Divê her kes li dijî qetlîamên li ser zarokan  dengê xwe bilind bike. Bila kes bêdeng nemîne.”

MA/EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.