Xwedî li PADÊ derkevin

În 9 Tebax 2024 - 02:05

Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê biryara girtinê derbarê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Ya sosret û balkêş jî ew bû biryar tam li rastê salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an anîn. PADÊ eşkere kir ku ew ê îtîraza biryara derbarê wan de hatiye girtin bikin, MXDŞ’ê jî ragihand ew biryareke bi vî awayî, weke bêrêzî li beramber civaka Êzidî dibînin û red dikin. Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî. Rîham Hesen diyar kir, li cihê ku Iraq berpirsên fermanê bigire û bide dadgehê, biryara girtina PADÊ dide. Rîham Hesen dazanîn PADÊ li gorî zagonên Iraqê ava bûye û wiha axivî:“PADÊ partiyeke qanûnî ya li gorî Iraqeke demokratîk û federale. Li gorî vê jî kar meşandiye. Lê tê dîtin ku siyaseta Iraqê ya van demên dawiyê ne di berjewendiya gelên Iraqê û bi taybet jî Êzidiyan de ye. Bi taybet hikûmeta federal piştî serdana Erdogan ya Iraqê biryarên cûda digire ku ne di berjewendiya gel de, di berjewendiya dewleta Tirk de ye. Yek ji xala hevdîtinên Iraq û dewleta Tirk jî tinekirina îradeya gel bû. Girtina partiyên siyasî û tinekirina îradeya gel ku nûnertiya gel dikin, jî yek ji van biryaran bû.”

Peyman têkçû ev ê jî têk biçe

Rîham Hesen diyar kir armanc ji hedefgirtina PADÊ, rê li ber bihêzbûn û îradebûna gel girtine û got:“Wisa difikirin eger PADÊ bigirin wê rê li ber bihêzbûn û bi îradebûna gel bigirin. Lê gelê me beriya hebûna partiyên siyasî û qanûnên Iraqê jî ti carî îradeya xwe teslîm nekiriye. Ev siyaseta Iraqê pêşî li dostaniya me ya bi Iraqê re digire. Divê Iraq nekeve bin bandora dewleta Tirk.” Rîham Hesen her wiha bal bire ser pêvajoya eşkerekirina biryarê û got:“Em niha di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de ne. Em li bendêbûn Iraq jenosîdê nas bike û mafên gelê me nas bike, lê di vê demê de girtina biryareke bi vî awayî şermezar dikim. Ev biryar dide nîşan ku Iraq li gorî qanûnên xwe tevnagere, li gorî daxwazên hêzên derve tevdigere. Divê em wek civaka Êzidî bi îradeyeke mezin û bihêz xwedî li partiya xwe derbikevin û li hember pîlanên nû hişyar bin. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û civaka Êzidî destûrê ji ti cihî nagirin. Em tenê gelê xwe esas digirin, çi tiştekî ne di berjewendiya gelê me de be, emê bi hemû hêza xwe li ber rabin.” Rîham Hesen di dawiya axaftina xwe de qala peywendiya vê biryarê bi peymana 9’ê Cotmehê re kir û wiha got: “Bi vê peymanê xwestin gelê me bê îrade bikin û Rêveberiya Xweser nehêlin. Ev plana wan hîn jî di meriyetê deye. Lê herkes dît, tevî ku ev peyman piştgiriyeke navnetewî li pişt hebû jî, bi îradeya gel, me karî rê li pêkanîna wê bigirin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.