Şopa Şîrîn Elemhûlî

Duşem 12 Tebax 2024 - 02:40

Li Îranê piştî ku cezayê darvekirinê li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Mohammadî hat birîn, weke wan endamên KJAR’ê Werîşe Muradî, Nasim Gholamî Simiarî û gelek jinên din bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne. Rojnameger Rohio Butan cezayê darvekirinê yê li aktivîstên jin hatiye birîn şermezar kir û got:“Ji ber ku azadîxwazî li dijî otorîteriyê ye û alternatîfa jiyana nû ye, pergal û rêveberiyên otorîter ji ber ku ji vê ramanê ditirsin, her diçe êrişên xwe yên li dijî jinan zêdetir dikin.” Rohio Butan, bal bire ser berxwedana jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê got:“Hêz û moral didin civakê. Jin bi hêz dibin û di girtîgehan de bin jî daxwazên xwe tînin ziman, mafên xwe diparêzin. Nameya Pexşan Ezîzî divê bibe mînak. Tevî îşkenceyên ku lê hatine kirin jî sekna serbilind nîşan dide. Dema ku em nameya wê dixwînin em şopa lingên Şirîn Elehmhulî ya ku li dijî rejîma Îranê serî netewand, ji darvekirinê netirsiya û di riya heqîqetê de meşiya dibînin. Jinên li Girtîgeha Evînê, bi evîna azadiyê li dijî her cure îşkenceyê berxwedana xwe didomînin.”  

Erka me girantir dibe

Rohio Butan, behsa nameya Werişe Muradî jî kir û got:“Bi vê sekna radîkal yekitiya jinan nîşan da. Îradeya jinan a ku li Girtîgeha Evînê li dijî îşkenceyan tê raberkirin, bêguman azadî û cesareta wan nîşan dide. Di vê rewşê de weke jinên rojnameger peywira me girantir dibe. Ji bo ku jin careke din neyên darvekirin bi sendîkaya xwe, bi xebata xwe, bi xebatên xwe divê em bibin dengê van jinan.” Rohio Butan bal bire ser zextên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di şexsê jinan de çêdibin, li dijî hemû beşên civakê ne û got:“Rojek berê em ji nûçeyan hîn bûn ku 33 kes hatine bidarvekirin. Weke rojnamegerên azad divê em biryarên bêmaf û derexlaqî yên li dijî jinên rojnameger tên girtin nepejirînin. Li Bakurê Kurdistanê rojnameger hema bibêje her roj tên binçavkirin, li Başûrê Kurdistanê jî tên qetilkirin. 6 meh in ji Silêman Ehmed agahî nayê girtin. Li Rojhilat û Rojava jî rojnameger rastî êrişan tên. Ji ber vê divê em rojnameger bêdeng nemînin û rastiyan derxin holê, bibin dengê rastiyê.”

NÛJINHA/HEVRÎN CENGAWER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.