Em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin

Duşem 12 Tebax 2024 - 02:35

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demir têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bandorên wê yên li ser girtîgehan û têkoşîna malbatên girtiyan wiha got:” Werin em deriyê Îmraliyê bi hev re vekin. Ger deriyê Îmraliyê vebe em ê azad bibin. Heger ev derî vebe em ê di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Hêz bi hev re ava dibe.” 

Hevseroka MATUHAY-DER’ê  Dîlek Sonmez Demir bi bîr xist ku ev 4 meh in ew her hefte li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Her çiqas hêzên dewletê dixwazin bi êrişan gavê bi me paş de bidin avêtin jî xwedîderketina xizmên girtiyan û gel bi qîmet e û  Ji bo azadiya Abdullah Ocalan xizmên girtiyan û gel li berxwe didin. 

Dîlek Sonmez Demir bal kişand ser rihê têkoşer ên dayikên girtiyan û wiha dewam kir:”Rihekî têkoşer ê dayik û xizmên girtiyan heye. Loma ez rêzeke bêdawî nîşanî wan didim. Dayik û xizmên girtiyan hêzê didin me. Ew xewnên tirsnak ên vê desthilatê ne. Em ê jî bi dayikan re têkoşînê bidomînin û her bibin tirsa dilê desthilata faşîst.”

Li ser civakê jî tecrîd heye

Dîlek Sonmez Demir da xuyakirin ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan û li hemû qadên jiyanê jî belav bûye û wiha pê de çû:”Rastiyeke tecrîda li Îmraliyê heye. Ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Lê belê civak jî di binê vê tecrîdê de ye’’ û got,’’Tecrîda li Îmraliyê ya girankirî bandora xwe li her aliyên qadên jiyana me dike. Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe zext, tirs û tecrîda li ser civakê jî ranabe.”

Tecrîd li ser jinan jî heye

Dîlek Sonmez Demir da zanîn ku bi taybet jin zêdetir di binê bandora tecrîda giran de dimînin û wiha dewam kir:”Navenda mezin a tecrîdê Îmralî ye. Bi taybet jî jin di bin tecrîdê de ne. Her quruşê ku ji şer re diçe welat ber bi xizaniyê ve dibe. Bi vê re jî civakê mehkûmî birçîbûnê dike. Herî zêde jî jin êşa vêya dikşîne. Ev jî ji ber bandorên tecrîda giran in. ‘’

Îmralî azad bibe girtî wê azad bibin

Dîlek Sonmez Demir bal bire ser tecrîdê ya li ser girtîgehan, diyar kir Heta ku tecrîda li Îmraliyê dewam bike wê tecrîda li girtîgehan jî dewam bike, dewleta Tİrk li gel ku peymanên navnetewî îmze kirine jî bi taybet li bara siyasetmedarên Kurd van peyaman bi cih nayîne, ev jî nîşan dide ku dewlet ber bi çareseriyê ve nayê.  Demir got,’’Lêgerîna tazî li ser dayikên bi temenê 50-80 salî tê ferzkirin, mafên wan ên tendirustiyê tên astengkirin, girtiyên kurd ên siyasî di hucreyên yekkesî de tên girtin. Ev feraseteke faşîst e. Îmrali azad bibe wê hemû girtî azad bibin. 

Kurd Ocalan Rêber dibînin

Dîlek Sonmez Demir bi domdarî got,’’Gelê Kurd Birêz Ocalan wekî Rêber qebûl kiriye. Çimkî Birêz Abdullah Ocalan ji cîhanê re hebûn û nasnameya Gelê Kurd da bihîstin. Feraseta faşîzan a ku ji Gelê Kurd aciz e, bi xwe pirsgirêk e. Feraseta ji rastiya Gelê Kurd aciz e polîtîkayên înkar û îmhayê dixe meriyetê. Ev 50 sal in israra neçareserkirinê jî ev e. Yê ku bû sedema vejîna Gelê Kurd jî Birêz Abdullah Ocalan e.” 

Banga têkoşîna hevpar

Dîlek Sonmez Demir banga têkoşîna hevpar kir û got,” Her kesên ku aştî û jiyaneke hevpar dixwazin bila bi me re têbikoşin. Wê demê ew ê siberojên hîn ronî û aram li hêviya me bin. Dema em hemû gel bibin yek wê tu zehmetî li hemberî me nikaribe bisekine. Ez banga xwe ya li gelan dubar dikim û dibêjim werin em deriyê Îmraliyê bi hev re vekin. Ger deriyê Îmraliyê vebe em ê azad bibin. Heger ev derî vebe em ê di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Hêz bi hev re ava dibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.