Malbata Barzanî Başûr teslîmî Tirkiyê dikin

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 02:35

Rojnameger Bêrîvan Şaxo êrîşên dagirker ên bi hevkariya Malbata Barzanî bi bîr xist, diyar kir armanca dagirkeriya Tirk valakirina herêmê ye û bêdengiya li ser êrîşên Tirk dibe sedem ku êrîş berfirehtir bibin. Şaxo Fermana Şingalê ya bi hevkariya Barzaniyan bi bîr xist û got,’’Barzanî yên ku Şengal teslîmî DAIŞ’ê kirin niha jî dixwazin Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk a dagirker bikin.’’

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê 2 sal zêdetirin didomin. Ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin. Ji destpêka tîrmehê ve jî ev êriş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kirin. Êriş bi hevkariya Barzaniyan pêk tên. Tirkiye ya ku heta niha nêzî 40 kîlometre  deverên Herêma Kurdistanê dagir kiriye, li gelek cihan baregehên xwe ava kirine û noqteyên xwe yên lêgerînê danîne. Di encama van êrişan de heta niha gelek gund jî hatin valakirin. Li aliyekî êriş dewam dikin li aliyê din jî diyar bû ku Tirkiye bi pişaftina li ser ziman û çandê, Plana Islahatê ya Şarkê xistiye dewrê.  

Rojnamevan Bêrîvan Şaxo diyar dewleta Tirk bi salên demdirêj de êrişên xwe berfirehtir kiriye û van êrişên xwe jî nade sekinandin, ji meha hezîrana ve heta niha êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirine û got, ‘’Yê ku alikariya dagirkeriya dewleta Tirk dike jî PDK ye. Salên dirêj in ku desthilatdariya PDK'ê li dijî deskeftiyên gelê Kurd tevdigere. Her tim xaka Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên takesesî bikar aniye. Ev xaka ku bi xwîna ciwanên Kurd hatiye şûştin dixwaze ku gav bi gav bifiroşe. PDK li dijî deskeftiyên Kurdistanê ye û dixwaze ku van deskeftiyan tune bike. Bi eşkere alikariyê dide dewleta Tirk da ku bikaribe başûrê Kurdistanê dagir bike." 

Başûr teslîmî  Tirkiyê dikin

Şaxo bi lêv kir ku PDK çawa ku Şengal radestî DAIŞ'ê kir û reviya çû dixwaze ku gelê başûrê Kurdistanê jî radestî dewleta Tirk bike û wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nêzî 60 hezar peşmerge lê hene û nekarî li hemberî dewleta Tirk bisekine. PDK xiyaneta xwe dubare dike. Çawa ku di sala 2014'an Şengal tenê hişt niha jî bi heman şêwazê li başûrê Kurdistanê vê yekê dike. Şengal radestî DAIŞ'ê kir û niha jî Başûr teslîmî dewleta Tirk dike. Ev êrişên ku niha li ser seranserî başûrê Kurdistanê tên kirin êrişên gelek metirsîdar in. Pêvçûn bi taybetî jî li qadên Parastina Medyayê diqewimin.’’

Armanca valakirina herêmê ye

Şaxor bi domdarî bal kişande ser armancên ji êrîşên dagirkeriya Tirk û got,’’Niha di aliyê aborî de jî dewleta Tirk dixwaze ku berhemên herêmê hemû yên çavkaniya aboriyê tune bike. Bi çekên kîmyewî erişî xaka başûrê Kurdistanê dike. Ev jî dibe sedem ku hem xaka vê derê jehrî bikin û hem jî şêniyên ku li wan deveran dimînin ji xaka xwe koçber bibin. Armanc jî valakirina hêrêmê ye. Heta niha bi dehan gund di encama bombebaranan de hatine valakirin. Ev metirsî ne tenê li ser deverên Behdînan û Metîna û Bamernê ye, ev li ser tevahiya herêmê ye. Ev bêdengiya ku niha heke ku wiha bidome dê ev dagirkerî bigihîje bajaran jî." 

Bêdengî dagirkeriyê berfirehtir dike

Şaxo bal kişand ser bêdengiya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Bêdengiya heyî dibe sedem ku qadên dagirkeriyê berfirehtir bibin. Ev bêdengî dibe sedema berdewamiya van êrişan. Ev lihevhatina di navbera Iraq, PDK û Tirkiyeyê ji herêmê re aramî nehişt. Asayîşa herêmê û ya Iraqê dikarin ku doz li vê dagirkeriya dewleta Tirk vekin. Ji ber ku serweriya Iraq û statûya Kurdistanê di xeterê de ye. Ev bêdengiya di nava hêzên Kurdistanê de jî dibe sedema dagirkeriyê. Dewleta Tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda Tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya  Plana Islahatê ya Şarkê ye. Gelê herêmê ku dixwaze li dijî vê deng derbixîne jî ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin. Ji ber wê jî pêşî li vê dagirkeriyê nayê girtin."  

Têkoşîna hevgirtî lazim e 

Şaxo da zanîn ku tişta ku niha ji gelê herêmê re pêwîst e têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye û got: “Îro hêzek ku dikare başûrê Kurdistanê biparêze ew jî hêza gerîla ye. Bi çekên giran jî nikarin gerîlayan têk bibin. Ên ku li hemberî hêzên gerîla têk diçin PDK û Tirkiye ye. Divê gel mil bide milê hêzên xwe yên parastinê û têkoşîna xwe bike yek. Da ku dawî li vê dagirkeriyê bîne. Heke wiha bidome wê dewleta Tirk li herêmê her plan û armancên xwe yek bi yek pêk bîne. Ji ber wê tişta ku vê dagirkeriyê bide sekinandin têkoşîna hevgirtî ye.” 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.