Destên xiyanetê tê de ye

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 01:55

Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand. Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin. Li gorî biryara dadweriyê, wê baregehên her 3 partiyan werin girtin, dest danin ser mal û milkên darayî yên partiyan. Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li dijî vê biryarê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Husên axivî û wiha got:“Ji 17’ê Cotmeha 2014’ê ve Tevgera Azadî hatiye damezrandin û têkoşîna sivîl dimeşîne. Her wiha destûra fermî ji Saziya  Karûbarên Siyasî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê wergirtiye. Beriya derketina vê biryarê me tu agahdarkirin û hişyariyek negirt. Weke Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî li dijî me dozeke siyasî hatiye vekirin û mafê me yê parastinê hatiye dayîn. Ev biryar di derbarê dadgehên Iraqê de pirsan derdixe holê ku biryareke bi vî rengî li hember hêzeke siyasî ya fermî ku tu kiryareke neyasayî nekiriye, endamên wê di tu binpêkirinên yasayî nekirine û biçûktirîn dûrketinek jî yasayên xebatên siyasî çênebû. Tevgera Azadî ji bilî piştgiriya gel û abonetiya endamên xwe tu pere û çavkaniyên aborî ji tu hêz, kom û partiyan wernegirtiye. Tevgera Azadî yekane partî ye ku çavkaniya dahat û aboriya wê zelal û şefafe. Ev biryar li dijî prensîbên partiya me ye. Em hêzeke sivîl, demokrat, xwedî destûrîn û em amade ne bi rêya parêzerên xwe li hemberî her tawanbariyan li dijî me tên kirin, têbikoşin. Ji ber ku ew biryarek tenê siyasî ye ku li ser agahiyên nerast û destên derve û xiyanetê li pişt vê biryarê ne.”

Em ê îtîrazê biryarê bikin

Rêveberiya PADÊ jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê biryara girtinê ya derbarê partiya xwe de nirxand û hate gotin:“Partiya me li gorî qanûnên Iraqê ava bûye û kar kiriye. Lê encûmena dadweriyê di rojên ku ferman bi ser civaka me de pêkhatiye biryareke wisa girt! Divê dadwerî vê biryarê berçavan re derbas bike û em ê jî li hemû cihên peywendîdar îtîraza xwe bikin û delîlên pêwîst pêşkêş bikin.”

PADÊ di daxuyaniya xwe de îşaret bi dema girtiya biryarê dike û dibêje, biryar piştî hatina Erdogan a Iraqê hatiye girtin û banga hestiyariyê li rayagiştî ya Iraqê û herêma Kurdistanê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.