Xizmetê ji Tirkan re dikin

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 01:45

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser axa başûrê Kurdistanê berdewam e, aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bêdeng û bêhelwest in, ev jî bûye sedema nerazîbûn û fikara gel. Têkildarî vê yekê Hevseroka Tevgera Azadiyê ya Herêma Germiyanê Şeyma Ednan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî û qirkirina jîngehê pêk tîne û got:“Dewleta Tirk her roj sivîlan li herêmên Behdînan û gundên başûrê Kurdistanê dike armanc û bombebaran dike û bi her awayî dixwaze gelê Kurd ji nav bibe. Di van salên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê tund kirine. Her roj sivîl şehîd dibin û li çiyayên Kurdistanê çekên qedexekirî tên bikaranîn. Divê ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bê şermezarkirin û bêdengî bê şikandin. Dewleta Tirk her roj têkiliyên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re zêdetir dike û di heman demê de bi dewleta Iraqê re hewl dide lihevhatinê çêke. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî ketiye xizmeta dewleta Tirk. Niha jî bi rêya medya û fîlmên Tirkî ketiye nav civaka Kurdî û bandorê li zarok û takekesên Kurd dike. Tevî ku axa Kurdistanê bi bereket e, berhemên navxweyî kêm in, ji ber ku piraniya berhemên ku tên başûrê Kurdistanê, berhemên hawirde û berhemên Tirkî ne. Ev jî armanca dewleta Tirk e ji bo jinavbirina gelê Kurd û axa başûrê Kurdistanê. Armanceke din a Tirkiyeyê vejandina Mîsaqa Milliyê ye. Ji ber ku Tirkiye Kerkûk û Hewlêrê wek bajarên xwe dibîne. Bi rêya vejandina Mîsaqa Milliyê dixwaze Kurdistanê dagir bike.” Di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi xwe DAIŞ ava kiriye û li her cihê ku bixwaze dagirkeriyê bike, pêşî DAIŞ’ê bi kar tîne û got:“Ji sala 2013 heta 2015’an DAIŞ li Gulale (Celawla), Kerkûk û Xurmatûyê êrişî başûrê Kurdistanê kir, ew herêmên ku ketin bin desthilatdariya DAIŞ’ê û ew jin û malbatên ku li cem DAIŞ’ê bûn, yên ku ew dever û malbat parastin gerîlayên azadiyê bûn. Niha jî yên ku li hember êriş û dagirkeriyê rawestiyane gerîla ne.”

ANF/ZERDEŞT GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.