Xwest gel wan efû bike

În 3 Sibat 2023 - 02:34

  • Birarê Mehmet Tulgay, Kenan Tûlgay: Em li ser navê malbata xwe, lêborînê ji gelê kurd dixwazin. Me nedixwest wisa bibe. Kesekî bi heysiyet naçe wir. Kesên zane bi vî awayî xeber nadin.

Bi fermana Wezareta Karên Navxwe û organîzasyona polêsên dewleta tirk a dagirker, komek kes li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê hatine bicihkirin. Yek ji wan jî Mehmet Tûlgay e. Tûlgay di 10'ê Çile de ji Edeneyê anîne ber avahiya partiyê. Derket holê ku Tûlgay ji berê de bi dewletê re dixebite û bi "niviştan" sextekariyê dike. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji malbata Tûlgay, Kenan Tûlgay gotiye, birayên wî Alî û Menaf Tûlgay di sala 1993'yan de bi vîna xwe tevlî nav refên PKK'ê bûne û got, malbata wan Mehmet Tûlgay yê li ber HDP'ê hatiye rûniştandin qebûl nake. Kenan Tûlgay da zanîn ku Mehmet Tûlgay ji salên 90'î ve bi dewletê re dixebite û bi "niviştan debara xwe dike û ti pirsgirêkeke malbata wan bi HDP'ê re tine ye. 

 

Ew bi dewletê re dixebite 

Kenan Tûlgay got,  ji malbata wan ti kes têkiliyê bi Mehmet Tûlgay re danayne û wiha peyivî: "Ew tenê bi awayekî biyolojîk birayê me ye. Her kes dizane ku ti têkiliya malbatê pê re tine ye. Ti pêwendiyeke me pê re nîne. Tu elaqeya me bi anîna wî ya ber HDP'ê re tine ye. Wî ji sala 89'an ve cerdevantî kiriye, ew bi JÎTEM'ê re xebitiye, sîxurtî kiriye û ji bo dewletê xebitiye. Malbatê ew red kiriye. Mirovekî rabihuriya wî tarî ye. Hê jî heman tiştan dike. Em dixwazin her kes bi vê rastiyê zanibe. Birayên min Alî û Menaf rêya xwe bijartine û di 93'yan de çûne. Çi elaqeya wan bi HDP’ê re heye?"

Diya wî ew red kiriye

Kenan Tûlgay da zanîn ku mala Mehmet Tûlgay li Edeneyê ye û diya wî ew red kiriye û got, "Beriya ku bavê min bimire, digot 'înşele li axretê wekî kurê leqayî min neyê.' Ew bêyî pereyan ti tiştî nake. Bi pereyan ew birine ber HDP'ê. Du birayên min çûne, lê tenê ji bo Alî diaxive. Nexwe tenê ji bo kesekî pere wergirtine." 

 

Kesekî bi heysiyet naçe li wir rûnanê 

MA dide zanîn ku Kenan Tûlgay gotiye, axaftina Mehmet Tûlgay a li ber HDP'ê cihê şermeke mezin e: "Li ber HDP'ê axiviye. Ew axaftin ne axaftineke bi bîrewerî ye. Çi qasî hînî wî kiribin, ew qasî diaxive. Li vê erdnîgariyê siyaseteke qirêj tê kirin. Em li ser navê malbata xwe, lêborînê ji gelê kurd dixwazin. Me nedixwest wisa bibe. Kesekî bi heysiyet naçe wir. Kesên zane bi vî awayî xeber nadin. Diyar e ku çi qas pere wergirtibe ew qasî axiviye." 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.