Em ê di nava gel de bin

Şemî 21 Cotmeh 2023 - 00:40

Partiya Çepên Kesk piştî pêvajoya jinûveavakirinê, di 15’ê cotmehê de kongreya xwe ya mezin li dar xist û nav û rêziknameya xwe guherand. Bi kongreyê re guhertinên mezin hatin kirin û navê partiyê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate guherandin. Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî weke hevserokên wê yên giştî hatin hilbijartin. Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan pirsên ajansa Mezopotamyayê bersivand. 

Kirdeya têkoşînê gel e

Bakirhan derbarê peyamên di kongreyê de ev nirxandin kirin:’’Encamên hilbijartinê rê li ber şikestin û xemgîniyekê vekiribûn. Beriya em kongreyê, me xwest van dilmayîn û şikestinan, rexneyan ji holê rakin. Li bajaran, navçeyan, taxan, gundan û herî dawî jî di konferansê de em bi gelê xwe re hatin gel hev û me li wan guhdarî kir. Me careke din dît bê ka hatina gel hev a bi gel re çiqas girîng e. Guhdarîkirina wan, rexneyên wan, pêşniyarên wan pir binirx bûn. Xwedîderketineke pir mezin hebû. Gelê Kurd careke din ji bêdengiya cîhanê re bûn deng, peyama hebûn û biryardariyê dan. Di serdema pêş de em ê bi hêza me ji kongreyê girtî têkoşîneke xurt bimeşînin. Tevî hemû kêmasiyên me jî, kirdeya têkoşînê gel bi xwe ye. Peyamên têkildarî Rojava, têkildarî birêz Ocalan û yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pir zelal bûn. 

Ji êrişa Rojava kêfxweş dibin

Tuncer Bakirhan derbarê êrişên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nêrînên xwe wiha anîn ziman:’’Di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de depoyên avê, tesîsên ceyranê, tesîsên petrolê, embarên genim, nexweşxane, mizgeft û qadên jiyanê hatin bombebarankirin. Kesên ji bo gelê Filistînê qiyametê radikin. Dema mijar dibe Rojava xwe bêdeng dikin heta keyfxweş dibin. Dema mijar dibe Kurd, bi awayekî li Tirkiyeyê tifaqek çêdibe. Şer li ku dibe bila bibe, dixwaze bila li Filistînê dixwaze jî bila li erdnîgariya Kurdan an jî deverekê din a cîhanê be, qet ferq nake. Yên ku dibin şirîkên van sûcên li dijî mirovahiyê, yên ku ji bo tezkereyê destê xwe radikin, rojek piştre dibin şirîkê qetilkirina mirovên bêguneh, zarok û tunekirina qadên jiyanê. Jiyana mirovan ji daneyên li ser televîzyonan re bisînor nîne. Pir binirx e.  

Bêyî Ocalan çareserî ne mumkun e

Hestiyariya gelê kurd a di mijara Abdullah Ocalan de ji berê ve baş tê zanîn. Pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê her kesî mijûl dike. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û rêya herî mayînde ya çareseriyê jî çareseriya bi muxatabên wê re ye. Divê di vê mijarê de kesê herî zêde birêkûpêk li mijarê diniherê, herî baş dinirxîne û hesasiyetên her welatiyekî fêm dike jî birêz Ocalan e. Lewma heta daxilî wê pêvajoyê neyê kirin, mumkun nîne ku pirsgirêka Kurd bi awayeke mayînde û bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. Di tecrûbeyên cîhanê de jî wisa ye. Me li wir ev rastî anî ziman. Pirsgirêk diyar e, muxatab diyar in. Neçareserkirina pirsgirêkê aborî xera kir, mirovan jiyana xwe ji dest dan, Tirkiyeyê îtîbara xwe ya neteweyî û navneteweyî winda kir. Hewldana me jî ew e ku ev mirin û rewşa tunebûnê ji holê rabe û jiyaneke asayî pêk bê. Ev yek ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pir baş û binirx e. 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.