Divê dewlet gavên şênber biavêje

Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:45

  • Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ji bo pêşketina pêvajoyê divê dewleta tirk gavên şênber biavêje û got:"Azadiya Ocalan û pêşîvvekirina li pêvajoya siyasî di nava van gavan de ne."

Piştî banga 'Civaka Demokratîk û Aştiyê' ya Rêber Apo ku 27'ê Sibatê kir, PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û ji bo çaerseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biryarên dîrokî wergirt.

Pisporê Navneteweyî Prof. Dr. Abbas Valî ku bi bi karên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdan deng vedaye, têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

PKK'ê armanc pêk anî 

Prof. Dr. Valî işaret bi derbasdariya argumanên Rêber Apo kir ên li ser rawstandina têkoşîna çekdarî û got, "Têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê armanca xwe bi cih aniye. Armanceke vê têkoşînê hebû û ev armanc ji aliyê PKK'ê ve hate pêkanîn. Ev têkoşîna çekdarî dikare demeke dirêj dewam bike; lê belê ji bo ne ji bo Kurdan ne jî ji bo dewleta Tirk bi kêr nayê. Ne Tirk, ne Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ne jî bi giştî tevgear Kurd dikarin bi vî şerê çekdarî bi ser bikevin. Ev şer 20 salên din dikare dewam bike lê belê kes bi ser nakeve. Her wiha divê em vê jî ji bîr nekin: Şert û mercên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn guherîn û ev guherîn jî hin rewşan ferz dike."

Dewlet divê gavê biavêje 

Prof. Dr. Abbas Valî anî ziman ku azadiya Rêber Apo jî di nav de çekdanîn divê bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî bin û got, "Weke ku min got, hincetên ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî rast in. Lê belê meseleya 'çekdanînê' ku gava di rojê de ya ji bo vê pêvajoya li Tirkiyeyê ye, bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî ye. Azadiya Ocalan û pêşîvvekirina li pêvajoya siyasî di nava van gavan de ne."

Divê tevger bê parastin 

Prof. Dr Abbas Valî destnîşan kir ku dawî li têkoşîna çekdarî bê jî gelekî girîng e ku têkoşîna siyasî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd dewam bike, tevger bê parastin û bi vî rengî dewam kir, "Tevgera ji îdeolojiyê hîn bêhtir girîng e. Tevgera ji hêmanên din hemûyan girîngtir e. Divê ev tevger bê parastin. Armanca stratejîk a tevgera Kurd a li Tirkiyeyê, hewldanên xwe hemû divê ji bo parastina vê tevgerê be. Tevger veguhere pêvajoyeke siyasî jî divê bi vî rengî be. Tevger divê teqez bê parastin. Ev tevger nebe ne girîngiyeke lîderê wê dimîne, ne jî îdeolojiya wê. Armanca vê jinûve avakirinê divê parastina vê tevgerê be. Weke ku min got: Ti tişt ji vê tevgerê girîngtir nîne."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN / SERKAN DEMÎREL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.