Têkoşîna bi kenê bedew: Mordem Çewlîk
Çarşem 10 Îlon 2025 - 17:00
- Mordem Çewlîk, bû romaneke bêdawî di hest û bîra welatekî kevnar de. Çavê biyanî û dagirkeran kor kir di hemû şevên çalakiyan de. Bi hêza xwe ya wateyê, bi şarezatiya di felsefeya azadiyê de dijminê xwe polîpoşman û bêzar kir.
Hevrê Mordem Çewlîk, fermandarê ciwan ê Eyaleta Şehîd Delîl Zagros di 11’ê Tebaxa 2025’an de di encama qezayeke biêş de gihişt şehadetê. Li hemberî hevrêtî û fermandartiya Mordem gotin wisa feqîr in ku mirov hezar carî şermîn dibe. Çiyayek ji evîn, hezkirin, bîr û baweriyê, çiyayek ji hevrêtî û dilsoziyê ji me re bi cih hişt. Wesfa Mordem bi qasî wesfa van çiyayan zor û dijwar e lê di heman demê de ya ya herî rast e. Û îro çiya di xema xatirxwestinek bêwext de şîna hezaran salan girtiye bi laçikên ji rengê dîroka azadiyê. Çiya şîna Mordem digire îşev di çavê mexmûrî yên tevahiya gerîlayên Kurdistanê de. Çiya îşev giraniyekê li ser dilê xwe his dike lê nikare bigirî. Girî ji bo egîdan ne hêjayî şan û şehameta wan e. Mordem! Lawê helalzade yê mêhr û mîtrayê, sembola pakî, rindî, başî, xweşî û bedewiyê. Xweşmêrek sade bi lorîkên Bîngola Şewitî! Çavê xwe li jiyanê vekir. Bi wan çavê zeytûnî û tije meraq li çîrokbêjan û stranbêjên serpêhatiyên wêranî û şewata li welatê xwe guhdar kir. Her kes bi stêrka di wan çavan de dibiriqî hesiya û li ber guhê hev pistepist dikirin. Behsa stêrka Mordem dikirin ku dikir bibe bi hezaran gerstêrk di rêya karizka azadiyê de. Bi awirên di bêhêvitiyê de xeniqî li nava çavê wî temaşe dikirin û jê re digotin ku tu tola me yî.
Pê hesiyabû ku PKK’yîbûn kirasek ji agir e, li pey vê gotinê gihişt heta bi wateya buhara temenê xwe. Kirasek ji agir li bedena xwe ya ciwan pêça. Bedena xwe kir mertalek ji pola û agir. Xeyalê wî yê herî mezin ew bû ku rojekê bibe gerîlayekî çiyayê Bîngolê. Bi strana çiyayê Bingolê bi rê ket, meşiya û gihişt wateya ciwaniya di ruhê PKK’yîbûnê de. Dema hat bi soz û peyman destê xwe da bilindahiya bejna çiyayan. Ji çiyayan re bi hezaran dilên ciwan xelat anî. Xeyalê çiyayên efsûnî yên welatê xwe bi xwe re anî. Di reşika çavê xwe de bi hezaran stêrk anî heta bi van çiyayan. Bi hezaran dost û yaran re parve kir pehnahiya sînga asîmanên hêviyên xwe.
Û xwe di nava rastiya herî şahkarane ya PKK’ê de dît. Di wateya şîn a çavên Delîl Zagros de berê xwe da keleha Amediyê. Desmala şîn a Delîl bi dara xweziyên xwe ve kir û lingê xwe danî ser vê xaka pîroz. Amediyê hêjayî dîroka xwe ya hezarê salan li ber xwe dida. Zarokên mêhr û ma’yê di agirgehên pîroz de ayîna pîroz pêk dianîn. Di çolistana zilma neyaran de destnimêja xwe bi xweliya vê agirgehê digirt. Mirovên herî bedew, pak û rind berê xwe dabûn bajarê mediyan.
Mordem, romana Amediyê nivîsand di kenê xwe yê bedew de. Romana berxwedana welatê mediyan nivîsand di hemû gotinên xwe de. Bû xwediyê van çiyayan, hemû ayinên zerdeştî pêk anî di agirgeha Amediyê de. Bû romaneke bêdawî di hest û bîra welatekî kevnar de. Çavê biyanî û dagirkeran kor kir di her şeva çalakiyan de. Bi hêza xwe ya wateyê, bi şarezatiya di felsefeya azadiyê de dijminê xwe porî poşman û bêzar kir. Bi zanîn û berpirsyartiya li hemberî dîrokê her gava xwe avêt, şer kir û da şerkirin.
Di heyva vejînê de li ser kevneşopiya 41 salan jiya û di oxira heqîqeta pêk hatî de îksîra nemirtiyê vexwar. Şimşalek xemgîn û hezîn bi carekê ji agirgeha pîroz guhê zilmê ker dikir. Şimşal peyvên çîrokên evîna rast vedibêje û behsa dûriyekê dike. Çavê Mordem buharek zû ye di cejna serkeftinê de. Xatirxwestina ji wan çavan payizek bê wext e li ser dilê her şoreşgerek welatê berxwedanê.
Mordemê delal me xeyalê dîdara te ya bi Rêber Apo re di roja xatirxwestina te de ji hemû gerdûnê re vegotiye. Bila zemîn û zeman pê bihese tu şoreşgerekî evîndar bûyî. Tu bi me re yî di vê cejna dîdarê de kêliyek bila çavê te yê bendewar bi çavê rojê bikeve û li temaşeyê rûnê heta bi hetayî. Ji bo hesreta te û bi hezaran hevrêyan pêk were. Te destana welatekî nivîsand di roja şehadeta xwe de. Di heyva vejînê de tu li ser şopa bi hezaran bûyî egîdê welatê me. Bi qasî wateya kûr a navê xwe te li van çiyayan destanên egîdî û mêrxasiyê nivîsand lawikê mîtraya ronahiyê. Bi qasî kûrahiya di awirên xwe de te şopên mayînde li ser dil û ruhê her mirovek azadîxwaz bi cih hişt. Tu di şeva Yelda, şeva ji dayikbûna xwedawend Mîtrayê de ji dayik bûyî û di roja vejîna xaka bi xêr û bereket a Mîtrayê de bûyî stêrka berbangê. Tu Derwêşek delal î di hemû stranên Edûleyan de, em pelikên çavê te yê reş maçî dikin û bi rondikên xwe pak dikin rûçikên te yên wek heyva çardeh şevî. Em ê ji rika bêhna barûtê, toz û dûman, mij û morana zaliman bêhna bedena te ya pîroz bikêşin henaseya xwe. Û em bedena te di kirasê hezar rengî yê payîzê de dixemilînin ji rika bêrengiya çavnebaran... ANF/NAVENDA NÛÇEYAN / GELAWÊJ EWRÎN