Koma Hevra; komîneke çandê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Mijdar 2023 - 00:26

Di demekê de ku di muzîka Kurd de gavên şexsî û kesayet li pêş in, Koma Hevra ji aliyê ciwanan ve hate avakirin. Weke nîşaneya 'Muzîka Kurd a polîtîk qet nemiriye' dikeve sala xwe ya 5'an. Koma Hevra sala 2019'an ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hate avarkirin.

Hem rêûresma muzîka şoreşger hem jî kevneşopiya komê ji nûve geş kir û gihand gel. Di vê demê de gelek zext û zordarî li komê hate kirin. Di nava 2 mehên dawî de 2 konserên komê hatin qedexekirin.

Koma Hevra ku li gel zext û zordariyê jî karê xwe dewam dike, ji komeke muzîkê wêdetir xwe weke komîneke çandê dibîne. Her wiha ji xwe re dike armanc ku navendeke çandê ava bike, hunera şoreşgerî, hunera Kurd hînî ciwanan bike.

Projeyeke din a Hevra jî avakirina koma muzîkê ya jinê bi navê Hevra Jin e. Ji bo vê jî dest bi amadekariyan kiriye.

Stranên nû yên Koma Hevra li ser youtube hatin weşandin ku diyarî Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.