Xwediyê helbesta bêwezn

Nûçeyên Dosye

Çarşem 20 Çile 2021 - 03:27

  • Hawarê, ji nivîskarê helbesta Basên Bêrûdê, Reşîdê Kurd re di bersiva xwe ya 1941´ê de gotiye, "... şihir bê wezin nabin. Ji lewre nivîsara xwe bi nesirê û bi awakî tekûz binivîsîne da ko em bikarin wê bêxin Hawarê."

LUQMAN GULDIVÊ

Reşîdê Kurd yan jî Reşîd Kurd beriya wefat bike, gotiye, “Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hêj nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrîkê, ku min ji mêj ve bêriya wan kiriye, paşê bila mirin were”. Jixwe, dîwana wî ya ku ev gotinên wî tê de nivîsîne jî wê piştî wefata wî bihata weşandin, ne li welatê wî lê li xerîbistanê. 

Reşîdê Kurd ji şairên Kurd ên kêm tê nasîn e. Navê wî yê tam Reşîd kurê Mihemedê Reşo ye. 

Ew ne tenê helbestvan e, wî serê xwe bi gramera Kurdî jî êşandiye, nivîsarên wî hene ku di Hawarê de hatine weşandin û têkoşerekî doza Kurdan bûye. Ew sala 1910´an li gundê Roşatê yê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye. Li gundê xwe dibistana destpêkê dixwîne. Ji bo xwendina dibistana navîn diçe Mêrdînê. ew demekê li bajarê Tirkiyeyê Konyayê maye, li wir wî li înstîtuya mamosteyan xwendiye.

Heman wextî tesîra bûyerên li bakurê Kurdistanê piştî damezrandina Komara Tirk li Reşîdê Kurd dibe. Weke xwendekarekî jîrek ew cihê xwe di nav doza miletê Kurd de digire. Gava ew li înstîtuya mamosteyan e, ji ber vê yekê tê girtin û wî dixin zindanê. Ew ji vê zindanê, piştî çendekê direve û xwe ji ber çavên rejîma Kemalîst a nû jî dide alî. Lê ew careke din tê girtin û wî dîsa dixin zindanê. Vê carê dadgehên komarê cezayê bidarvekirinê lê dibirrin. 

Ji bidarvekirinê difilite

Ji ber ku Reşîdê Kurd ji malbateke zengîn û xurt e, malbata wî bi bertîla dide berpirsên Tirk, Reşîdê Kurd ji zindanê dide revandin. Vê carê ji ber ku hukmê bidarvekirinê lê hatiye birrîn, berê wî dikeve Rojavayê Kurdistanê. Ew tevî hevalê xwe Qedrî Can sala 1928´an binxet dibe. Cegerxwîn wê di bibîranînên xwe de bigota, “Du xortên ji Kurdistana Turkiyê hatine Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelaskiribûn, herdu xort Qedrî Can û Reşîdê Kurd bûn”.*

Ew sala 1940´î li gundê Talikê yê ser bi Dirbêsiyê bi cih dibe. Li gorî agahiyên Hesen Dirê´î, ew sala 1946´an bi dizî diçe Bakurê Kurdistanê, dema digihîje gundê xwe, pirtûka xwe, Rêzimana Zimanê Kurmancî dide hevjîna xwe û jê re dibêje; “Xatûn vê pirtûkê bigihîne Sûriyê, eger tu gihiştî gundê Talikê digel vê pirtûkê, wê hingê tu min ji mirinê rizgar dikî.” Yanî Rêzimana Zimanê Kurmancî ya 1956´an hatiye weşandin, li gorî vê agahiyê wî sala 1946´an temam kiriye.**

Hevrêyê Cegerxwîn

Cegerxwîn paşê wê bi Reşîdê Kurd re bibûya hevrê. Ew behsa wê yekê dike ku Reşîdê Kurd di karên vejandina Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Lê endametiya Cegerxwîn û Reşîdê Kurd a Partiya Komunîst, aliyê wan ê herî hevpar bû. 

Ji ber xebatên xwe yên siyasî, li gorî Cegerxwîn, êşkence li Reşîdê Kurd hatiye kirin û ew demekê avêtine zindana Mezê ya li Şamê. Ev bûyer sala 1950´î qewimiye. Hingê Reşîdê Kurd bi 83 endamên partiya Komunîst re tê girtin. Ji ber êşkenceyê jî wê siheta wî heta hetayê xira bibûya. Cegerxwîn di jînenîgeriya xwe de dibêje, Reşîd bi wî re belkî beriya wî ketiye nav komunîstan, lê di nava wan de jî heta mirinê ew Kurd bûye.

Cegerxwîn tîne bîra xwe ku ji bo ku li ser pirsgirêkên xwe yên bi komunîstên derdorê re minaqeşe bikin, çûne Bêrûdê. Li wir dixwazin bi Xalid Bekdaş re bipeyivin. Xalid Bekdaş ji sala 1932´yan û pê ve wî rêveberiya Partiya Komunîst a Sûrî bi dest xistibû. Ew ji sala 1958´an heta 1966´an sûrgin bûye ji Sûrî. Li Bêrûdê, perpirsê partiyê yê herêma Cizîrê Erakel Torbendî ji Reşîdê Kurd û Cegerxwîn re dibêje, ji bo ku bi Xalid Bekdaş re bipeyivin, divê bibêjin, ew Ereb in. Axir Cegerxwîn ji wî re dibêje, ma ne, Xalid bi xwe Kurd e û wan demeke dirêj bi hev re doza Kurdîtiyê kiriye. Piştî ku hevdîtina wan bi awayekî tê astengkirin, Erakel Torbendî ji wan re dibêje, elaqeya wan êdî bi partiya komunîst re nîne.

Cegerxwîn dibêje, sedema ku Erakel nehiştiye ew Xalid Bekdaş bibînin, eyba wî ya li dijî herduyan bûye. Em ji Cegerxwîn fêr dibin ku 10 hezar îmzeyan wan berhevkirî, li ser navê Reşîdê Kurd ji Civata Aştiyê a Cihanê re şandine. Lê rojnameya partiyê tenê wêneyê kitêbeke Cegerxwîn û wêneyê Reşîdê Kurd weşand, lê li bin wêne jî, Reşîdê Tirk nivîsîbû.

 

Giregirên Kurd ên hevkarê Tirkan teşhîr kirin

Cegerxwîn dibêje, piştî jihevdeketina Xoybûnê, Reşîd jî tevlî wan bûye, yanî ketiye nav karên PDK-Sûrî û ew bi hev re li dijî “burjuwaziya Kurd” têkoşiyane. Ew dibêje, wan nexasim ew giregirên Kurdan teşhîr dikirin ên ku diçûn konsolosxaneya Tirkan, bi wan re li hev dikirin, û pê re jî dev ji kurdîtiyê berdidan. ***
Reşîdê Kurd wê sala 1966´an bi heyetekê re biçûya Sovyetê. Ew mohletekê li Moskov û mohletekê jî li Êrîvanê dimîne. Hingê du helbestên wî di rojnameya Ria Taza de hatin weşandin û tê de weke Kurdekî pêşverû behsa wî hat kirin.
Zêde nekete navê, sala 1967´an ji bo dermankirinê ew çû Romanyayê, lê ev dermankirin çare nake. 
Di dawiya dîwana xwe ya bi navê Ez de dibêje;
“Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hêj nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrîkê, ku min ji mêj ve bêriya wan kiriye, paşê bila mirin were”.
Ew 20´ê Çileyê sala 1968´an de koça dawî dike û li goristana Amûdê tê veşartin. Kitêba wî ya bi navê Rêzimana Zimanê Kurmancî sala 1956´an li Bêrûdê tê weşandin. Dîwana wî ya helbestan bixwe, wê paşê li Stenbolê bi navê “Ez”  bihata weşandin.

Reşîdê Kurd û Hawar

Di hejmara 29´an a Hawarê de di beşa bi navê Stûna Xwendevanan de diyar e gava bersiva nivîsên xwendevanan tê dayîn, em dibînin ku bersiva Reşîdê Kurd jî hatiye dayîn. Di vê hejmara 10´ê Hezîrana 1941´ê de gelekî muhtemel e ku Celadet Bedirxan bersiva nameyên xwendevanan dabe, ku ew bi xwe jî weke pend û şîret bi nav dike. Ew ji Reşîdê Kurd re dibêje, 
“Mîrza Reşîdê Kurd Amûde
Wer dixuye ko tu dixwazî wesfê tixubên Kurdistanê bidî. Herwekî me ji mîrza Hişyar re got şihir bê wezin nabin. Ji lewre nivîsara xwe bi nesirê û bi awakî tekûz binivîsîne da ko em bikarin wê bêxin Hawarê.”
Piştre Hawarê wê di hejmarên xwe yên 49 û 52 nivîsên nesir ên Reşîdê Kurd biweşanda. Nivîsên wî bi sernavên Kurd û Civat: Civat 1 û Civat 2: Civat ne havila lebatan e, hatin weşandin. Weke navê nivîskar jî “Reşîd Kurd” em li vir dibînin.   

Helbesta wî Basên Bêrûdê

Zivirîn çerx
Bas liviya
Dolab geriya
Gêr bû bas
Bas firiya…
Wek colek berx
Rêwî
Bi ser hev de bûne kerx…
Hin rûniştin, hin ji piya
Bi çeng ve daliqîn
Qor qor sik sikîn
Pev zeliqîn…

Nere bas!
Here bas!
şofêr
Zirezop
çav li serî bûne tas!

Bi giştî deh peya
Rûniştî…
Ên mayî
Tev ji piya
Bi çenga ve daliqîn
Qorqor sik sîkin
Pev zeliqin…
Nere bas!
Here bas
şofêr
çav lê bûne tas …
Hop!
Berdestî mîna top
Here bas!
Gêr bû bas
Kilek li pêş
Du kil li paş….
Hejiyan bîst û neh laş…

* Binihêre li “Jînenîgeriya min” a Cegerxwîn ku 1995´an li Swêdî çap bû. 
** Gotara mamoste Hesen Dirê’î ya li ser înternetê de gelek şaşiyên madî hebûn, me pirraniya agahiyên di nivîsê de li parzûna liberhevgirtinê xistin û hin agahî ji ber girtin.
*** Binihêre li “Jînenîgeriya min” a Cegerxwîn. Texmînî ev bûyer di nîvê salên 1950´î de diqewimin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.