Xwebûna Kurdan û Newroz 

Nûçeyên Forum

Sêşem 21 Adar 2023 - 09:29

Mîrza RONÎ

Di dîroka Kurdan de hin deq hene, hebûna Kurdan dihewînin! Weke ku dîrokeke bi hezar salan tu bi ser hev de biperçiqînî heta ku deqekek bimîne, dîroka Kurdan jî di deqa Newrozê de kom bûye û wekî dendika atomekê di serdema Medan de teqiyaye û heta roja me ya îro bandora teqîna Newrozê didome.

Ji gelan re, mîtolojî xwedî cihekî girîng e. Di dîrokê de serbihuriyên di nav gelan de qewimîn, bûne mît-çîrok û bandora xwe li ser gelan hiştine. Ji wan mît-çîrokan hin jê hene wekî deq ti carê ji bîra gelan dernakevin û wekî nasname her tim bandora xwe belav dikin. Deqa ku gelê kurd bi hezar salane wekî cejn wekî vejîn û wekî xwebûn pîroz dike; deqa Newrozê ye! Newroz nîşaneyeke hebûna Kurdan e ku ji Kurdan re bûye nasnameyeke dîrokî.

Ez dixwazim bala xwîneran bibim ser wê yekê ku Newroz ji gelê Kurd re ne tenê pêxistina agir e. Newroz ji agir zêdetir bi wateya hebûna Kurdan divê were zanîn. Wekî vejîn divê were zanîn û divê wekî çandeke sereke bête zanîn. Ji bo ku dema Kawayê Hesinkar li hemberî tarîtiya Dehakî serî hilda bi hebûna Kurdperwerî çakûçê xwe bilind kir û li rûyê tarî yê Dehakî xist. Ji serhildana Kawa dîyar e ku xwebûna Kurdî hêzeke mezin di dilê Kawa de afirandiye û bi wê ronahiya Kurdî derbên giran li dîroka tarî xistine, wê jî kiriye ku Kurd bi ronahiya agirê Newrozê azadiya xwe ji çerxa tarî rizgar bikin.

Di dîroka Newrozê de perwerdeyeke pirhêl heye ku em ji kaniya dîroka xwe avê vexwin. Di wê serdema tarî ya desthilata Dehakî -em bibêjin ya Asûran- de gelê Kurd û gelên li herema Medyayî di nava zilmeke xedar de bûn û civak ber bi rizîbûnê ve diçû, Kawa ev rewşa xedar û xeter baş didît û diket nav hewldanên serhildanê. Heke ew hewldana serhildana Kawa nebûya, dîroka Kurdan û hebûna Kurdan dê ber bi çandeke din ve bimeşiya. Lê Kawa bi bawerî û çanda xwe gelê, xwe ji tarîtiya Asûran rizgar kir û roja rizgariyê bi agirê Newrozê pîroz kir. Bi agir pîrozkirina Newrozê jî pirr bi wate ye. Ji bo ku di çanda Zerdeştî de agir deqa ronahî û paqijiyê ye. Kawa bo ku civaka xwe paqij bide nîşan, bi agir deqa paqijiyê li eniya gelan xist da ku civak xwe ji tarîtiyê rizgar bike.

Newroz, vejîn, agir, arî, çand û baweriya Newrozê deqên sereke yên nîşaneya hebûna Kurdan in.  Di vir de niha ya ji me Kurdan re jî ferz ew e ku dema em Newrozê pîroz dikin yan jî hewl bidin bi Newrozê bijîn, pêwîst e em bi wateya wê bijîn û bidin jiyîn. Kesayetên ku hebûna Newrozê û hebûna Kurdan bi hev pêçane, baş dizanin ku Newroz ne tenê pêxistina agir û cejneke ji rêzê ye. Şoreşgerê mezin û nemir Mazlûm Dogan di agirê Newrozê de hebûn û serhildan didît û bi wan baş dijiya; ji bo wê, çalakiya xwe bi Newrozê ve girêda û tarîtiya zindanê ronî kir.

Bi her hatina biharê û Newrozê re hewce ye her Kurd, çi zarok çi mezin û çi jin û çi mêr; giyanê xwe bi ronahiya agirê Newrozê bişo. Di nav ramanên me Kurdî de çi gemar hebe hewce ye em di roja Newrozê de paqij bikin da ku em karibin bi vejîneke nû bijîn.

Dibînim gelek kes hene di dema Newrozê de xwe li Newrozê dikin xwedî, lê belê bi wate û vejîna Newrozê nizanin. Bê ku gemara ramanên xwe yên rizî bişon, tevlî Newrozê dibin û agirê Newrozê jî dilewitînin. Di baweriya Zerdeştî de agir paqij tê hiştin û destûr nayê dayîn ku agir were lewitandin. Ji bo wê çendê, hewce ye ku her Kurd di roja Newrozê de xwe bi agirê Newrozê bişo û xwebûna xwe paqij bike. Wê demê em ê karibin her û her Kurd bijîn û bi Kurdî bifikirin.

Bi vê wateyê Newrozê li we pîroz dikim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.