Xizaniyê jinên ciwan kuştin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 8 Çile 2024 - 16:30

Li navçeyeke Kirxizistanê, jinên ciwan ên zewicî meyl dikin xwe bikujin. Kanala radyoyê  Radio Free Europe & Radio Liberty dosyayeke Aigerim Akylbekova û Baktygul Chynybaeva yên rojnamevan weşand. Li gorî vê dosyayê, li bajarê Andara ê li ser sînorê Tacîkistan û Kirxîzistanê, jinên ciwan ên zewicî gelekî meyldar in xwe bikujin yan jî hewl bidin xwe bikujin.

Rojnamevanan dîtiye ku rewşa aborî li navçeyê pirr xirab e, mêrên jinên xwe dikujin yan di karên weke şivaniyê de kar dikin û debara xwe bi zor dikin, yan jî diçin Rûsyayê û dûrî mala xwe kar dikin. Ji ber ku aboriya wan pirr xirab e, jinên ciwan ên zewicî xwe bêçarê hîs dikin û xwe dikujin yan jî hewl didin xwe bikujin. Li vê navçeya piçûk di nava 2023´yan de 11 jinan hewl da xwe bikujin û şeş ji wan bi rastî jî kirina xwe birin serî û xwe kuştin. Li gorî nûçeyê muhtemel e ku şideta nava malê jî yek ji sedeman be, lê nûçegihanan nekarî vê piştrast bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.