Li Helebê jinek ciwan hat revandin

Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:25

Li taxa Suryan a bajarê Helebê jineke ciwan a bi navê Lîmar Carûr hat revandin. Li gorî şahindan, kesên nenas ku li erebeyekê bûn, Lîmar revandin û xist erebeyê.

Bûyer pêr êvarî saet derdora 21.00’an, pêk hat, heya niha aqûbeta Lîmarê nayê zanîn. Malbat û hevalên Lîmarê xebatên lêgerînê didomînin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.