Hewil didin jina ‘îtaatkar’ biafirînin
Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:25

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe. Xwendekara Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Dokuz Eylulê Şîlan Oral balkişand ser betalî, asimilasyona çandî û polîtîkayên zextan yên li zanîngehan û got:“Em jinên Kurd yên ciwan di bin zexta aborî û polîtîk de ne. Lê bi hêza em ji kevneşopiya berxwedanê digirin xwe rêxistin dikin.” Şîlan Oral anî ziman ku xwendekarên Kurd hem li yurdan hem li kampusan bi awayekî sîstematîk zext li wan tê kirin û got:“Dixwazin profîla ‘jina îtîatkar’ pêş bixînin. Li bajarên mezin ciwan kar nabînin. Em dibêjin li bajarên mezin kar heye û diçin bajarên mezin. Lê wek em difikirin nîne. Li hemû bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê betalî zêde ye. Xwendekarên jin yên Kurd di bûyerên civakî de dibin pêşeng. Li zanîngehan û yurdan dixwazin profîla jina îdeal ava bikin. Em jinên Kurd ji kevneşopiya berxwedanê tên.Em xwe rêxistin dikin û wêrek tevdigerin. Piştevaniya jinên Kurd her tim tê krîmînalîzekirin. Dema ciwanên Kurd li mafên xwe digerin tên krîmînalîzekirin. Em tên zanîngehan dixwazin bixwînin.Lê zextan li me dikin. Wek ya Rojîn Kabaîş jiyaye. Lê tevî her tiştî em têkoşîna xwe didomînin. Dewlet tundiya xwe ji nijadperestiyê digire. Komên nîjadperest zêde ne. Dewlet hewl dide ciwanên Kurd asîmîle bike û ji çand, zimanê xwe dûr bikevin.”
Fuhuş û hişbirê ferz dikin
Şîlan Oral balkişand ser zor û zehmetiyên aborî û betaliyê û got:“Berê ciwanan didin qadên bi xeter. Niha ji ber betaliyê fuhuş û hişbirê li ciwanan ferz dikin. Ciwan êdî ne bikarhênerên hişbirê firoşikarên wê ne. Ji vê pere qezenc dikin. Dîsa fuhuşê li jinên ciwan ferz dikin. Jinên ciwan bi vî awayî pere qezenc dikin. Di 25’ê Mijdar û 8’ê Adaran de der barê van mijaran de xebat tên meşandin. Divê jinên ciwan ji fuhuş û bikaranîna hişbirê dûr bikevin. Divê em xwe rêxistin bikin. Asîmîlasyona çandî ji ser çapemeniyê tê kirin. Bi taybet di rêzefîlman de ev tê kirin. Hewl didin ciwanên Kurd ji çanda wan dûr bixin. Ev ji aliyê dewletê ve tê meşandin. Ciwanên Kurd ji ber rêzefîlman nikarin çanda xwe biparêzin.” Şîlan Oral bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û got:“Fîgura jinê di civakê de veguheskariya gelek tiştî ye û rola esas dilîze. Ez hemû jinan vedixwînim qadên 25’ê Midjarê û divê em ligel hev cih bigirin û ji hev hêzê bigirin.”
JINNEWS/ÎZMÎR















